Wednesday, May 14, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan qanûnên navneteweyî binpê dike

23/02/2022
in Uncategorized
A A
Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan qanûnên navneteweyî binpê dike
Share on FacebookShare on Twitter

Darîn Silê/Qamişlo

Jinên bajarê Qamişlo diyar kirin ku armanc ji tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan ne şexsê rêbertiyê tenê ye, armanc şkandina vîna gelê Kurd e, bi taybetî vîn û hêza jinê ye. Herwiha bang li rêxistinên navneteweyî yên parastina mafê mirovan kirin ku zorê bidin dewleta tirkî ya dagîrker. 

24 sal in Rêber Abdullah Ocalan li zindana Îmralî di binê tecrîdeke giran de ye. Dewleta tirkî û hêzên komploger yên pê re alîkar xwestin bi vê komployê gelê Kurd tine bikin û ji felsefeya rêbertiyê qut bikin. Ji bo wê jî Tirkiye bi salan e tecrîdeke giran li ser rêbertiyê bi kar tîne. Rojbiroj tecrîdê girantir dike û derfetê nade malbat û parêzerên wî pê re biaxivin. Herî dawî 25’ê Adara 2021ê Rêber Abdullah Ocalan bi telefonê bi birayê xwe Mihemed Ocelan re axivî, lê piştî çend deqeyan axaftin hat qutkirin û ji wê demê ve ti agahî ji Rêbertiyê nehatina girtin.

Ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, herwiha şermezarkirina kiryarên Tirkiyê yên ku dewamkirina komployê dikin, jinên bajarê Qamişlo nêrînên xwe ji me re anîn ziman.

Jina bi navê Siltanê Omer da zanîn ku dewleta tirkî ya dagîrker dixwaze bi vê tecrîdê Rêbetiyê ji gel qut bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tirkiye derfetê nade ku rêbertî bi malbat parêzer û hevalên xwe re biaxive, herwiha naxwaze ti kes agahiyan jê bigire. Da ku gel ji Rêberê xwe dûr bikeve û îradeya gelan bişkîne. Girtina rêbertî sûcek li dijî mirovayiyê ye û ne li gorî qanûnên navneteweyî ye jî. Çimkî rêbertî kesayeteke siyasî ye û ji bo azadiya gelan têkoşînê dike.”

Siltanê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Li gorî pîvanên navnetewî yên mafê mirovan divê kesê di girtîgehê de rastî işkenceyê nebe. Herwiha mafê wî ye ku daxwaziya hevdîtina malbat, parêzer û hevalên xwe bike û divê ji mafê xwe yê jiyanê qut nebe.”

`Wê têkoşîna me bênavber dewam bike`

Jina bi navê Wetfa Îbrahîm jî bîr xist ku armanca Tirkiyê ji tecrîdkirina Rêber Apo, tinekirina projeya neteweya demokratîk e ya ku bi fikirê Rêbertiyê hatiye avakirin û axaftina xwe wiha domand: “Tirkiye dixwaze destkeftiyên gelê Kurd têk bibe, herwiha projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan têk bibe. Yê ev proje danî rêbertî bû. Ji bo wê jî naxwazin rêbertî ji zindanê derkeve, da ku gelê Kurd mafê xwe bi dest nexe û Kurdistaneke serbixwe neyê avakirin.”

Wetfa got, em şagirtên Rêber Apo ne. Tirkiye û hevkarên xwe çiqas tecrîdê giran bikin û êrişan zêde bikin, emê jî li baramberî wê hê zêdetir gavan biavêjin. Ti kes nikare me ji rêberê me qut bike, wê têkoşîna me bênavber dewam bike. Emê her roj dengê xwe bigihînin sazî û rêxistinên navneteweyî da ku Rêberê xwe ji zindanê azad bikin.

`Azadiya Rêber Apo azadiya jinê ye`

Hediya Derwêş jî teqez kir ku azadiya Rêber Apo azadiya jinê ye û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Wek jinên bakur û rojhilatê Sûriyê heta ku rêberê xwe fîzîkî azad nebînin em ranawestin. Çimkî yê ku hêza jinê ava kir û derfet da jinê kubibe xwedî fikir û felsefeyeke azad rêbertî bû. Ji bo wê jî emê her tim ji bo azadiya Rêberê xwe têkoşîn û berxwedana xwe zêdetir bikin.”

Hediya Derwêş axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Emê ji 7 salî heta 70 salî têkoşînê bikin. Gavên ku Rêbertî bi berxwedan dest pê kirin, emê berdewam bikin.”

Post Views: 36
ShareTweetPin

Herî Dawî

Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn
NÛÇE

Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn

14/05/2025
AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE
HAJMARA PDF

AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE

14/05/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

14/05/2025
Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin
ÇAND Û HUNER

Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin

14/05/2025
Hemû cureyên wêjeyê dinivîsin yekê jî nabin serî
QUNCIK NIVÎS

Cejna Zimanê Kurdî..Ne Rojeke, Hemû Rojên Salê

14/05/2025
Li ser zimanê Kurdî hin rist û gotin…
ÇAND Û HUNER

Li ser zimanê Kurdî hin rist û gotin…

14/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.