Rojnameya Ronahî

Qîrîna Siweyda, qîrîn û hawara tevayiya gelên Sûriyê ye

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Ednan Xelîfê: Daxwaziyên Civaka Durzî rewa ne û pirsgirêkên wan yên tevayiya gelên li Sûriyê ne. Divê Hikûmeta Şamê jî krîzê kûrtir neke û dev ji hişmendiya xwe ya hişk berde.

Jeopolîtîk û bêalêbûna siwêda

Siweyda herêmeke li başûr-rojhilatê Sûriyê ye û jimara şêniyên wê jî nêzî 500 hezarî ye. Piraniya wan ji civaka Durzî ne. Vê civakê, piştî 2011`an li hemberî krîzê bêalîbûna xwe ragihand. Ango li hemberî her qada siyasî û leşkerî yên li herêma erebî ya Sûriyê, bêhelwesbûna siyasî hilbijart. Civakê tevî ku herêma wê di binê kontrola artêşa Şamê de bû, tevlî artêşê nebû û li hemberî her xeterê xwe parast.

Li gorî bûyerên qewimîn, diqwimin û nirxandinan, vê helwesta civaka Durzî, hem hikûmeta Şamê, hem çeteyên weke Cebhet EL-Nusra yên li ser sînorê wê yê rojhilat, aciz kirin. Lewra Cebhet EL-Nusra ji herêma De`ra bênavber êrişî Siweyda dikir. Ku heta meha 7`an ya 2018an bi peymana granatoriya Rûsya bi lihevkirinan ji De`ra derket. Ji aliyê din ve hikûmeta Şamê bi siyasta tevlîhevkirinê ku li gorî malpera Siweyda 24 ya nûçeyan, bi revandin û kuştinê xwest civaka Durzî bitirsîne. Li gorî şopdarên rewşa Sûrî êrişa DAIŞ`ê ya sala 2018`an ya li gundewarê Siweyda ku di encamê de 240 qurban çêbûn û piraniya wan sivîl bûn, bi orgenîzkirin û plana hikûmeta Şamê bi armaca tirsandina civakê bû.

Xwepêşandan li Siweyda ne û krîz ya tevayiya Sûriyê ye

Li hemberî van kiryaran, civakê Durzî li dijî kiryarên hikûmeta Şamê xwedîhewlest bû û dirûşm û daxwaziya wan guhertina sîstema desthilatar bûn. Weke xwepêşandanên berfireh yên Tîrmeha 2020`an û xwepêşandanên 3`yê Sibatê yên heta niha didomin, li dijî rewşa xerab ya aborî û kiryarên Hikûmeta Şamê.

Li gorî detayên li ber çavan, li herêmên di binê desthilata Şamê de pirsgirêk rojbiroj pirtir dibin. Ji ber hişmendî û demogojiya desthilatê, ji De`ra heta Dêrazorê û herî dawî Siweyda, ne pirsgirkên aborî tenê –ku herî dawî bi biryara heman desthilatê alîkarî ji nêzî 500 hezar malbatî hat qutkirin- pirsgirêkên ewleyî, civakî û her cureyê pirsgirêkan di nava civakên herêmê de, kûrtir dibin.

Li ser rewşa Siweyda berdevkê Meclisa Ciwanên ya Partiya Paşroja Sûriyê-şaxê Minbicê Ednan Xelîfê ji me re axivî.

`Hişmendî û demogojiya Hikûmeta Şamê Sûriyê ber bi tariyê ve dibe`

Xelîfê diyar kir ku ji ber navendîbûna hişk ya desthilatê ya Sûriyê, gel û civak tên paşguhkirin. Di encamê de pirsgirêk kûrtir dibin. Hikûmeta Şamê her tim bi heman xewn û xeyalan ku desthilatê û gelan vegerîne rewşa berî 2011`an, tev digere. Xwepêşandanên niha jî bersiva vê hişmendiya ku bi dehên salan Sûriye pê tê birêvebirin in. Jixwe nirxandina xwepêşandanan di çarçoveya daxwaziyên aborî tenê de, pir şaş e.

Li ser helwesta hikûmeta Şamê, Xelîfê ev nirxandin kir :”Aloziya li sûriyê ev 11 sal in didome û hişmendiya desthilata Şamê hê nehatiye guhertin. Desthilatî bi demogojiyê nêzî daxwaziyên mafên welatiyan dibe. Bi saziyên xwe yên leşkerî bersiva mafên gelan û civakan yên rewa dide, xwepêşandanan bi çekdaran dorpêç dike û dixweze deng ji gel dernekeve. Ev hişmendî bûye sedem ku ne li Siweyda tenê, li De`ra, Dêrazorê û seranserê Sûriyê pirsgirêkên civakê pirtir bibin.”

`Rêveberiya Xweser çareya Aloziya Sûriyê ye`

Berdevkê Meclisa Ciwanên ya Partiya Paşroja Sûriyê-şaxê Minbicê Ednan Xelîfê, derbarê daxwaziyên xwepêşanderan û çaerseriya aloziya Sûriyê de axivî û gotina xwe wiha qedand: “Daxwaziyên civaka Durzî rewa ne. Bi navendîbûna biryaran li Sûriyê teqez dibe ku pirsgirêkên civakan neyên çarserkirin. Mayîna hikûmetê li ser vê hişmendiyê wê aloziyê kûrtir bike û welat ber bi tariyê ve bibe. Aramnc û daxwziyên civaka Durzî û ya her kesî li Sûriyê avakirina rêveberiyeke xweser e. Lewra mînaka Rêveberiya Xweser ya heyî bû bersiva pirsgirêkên gel û û civakan. Herwiha divê biryara 2254 pêk were û alozî bi diyalogeke Sûrî-Sûrî ku nûnerên gel û civakan yên rast, bê despêkirin. Em jî wek Meclisa Ciwanên Partiya Paşroja Sûriyê û gelên herêmê xwepêşandanên Siweyda rewa dibînin û piştgiriya wan dikin.”