Rojnameya Ronahî

KCK: Ziman ji bo gelekî nasname û azadiya ramanê ye

KCK’e Roja Zimanê Dayîkê ya Dinyayê pîroz kir û got , ziman ji bo gelekî nasname ye, azadiya ramanê ye, hebûn e; em li nasnameya xwe, azadiya xwe û hebûna xwe xwedî derkevin. Ziman beden e, li bedena xwe xwedî derkevin. 

FacebookTwitterWhatsAppTelegram

Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê bi pêmana 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Dinyayê peyamek weşand.

Di peyama KCK’ê de ev xal hatin diyarkirin:

“Ziman ji bo gelekî nasname ye, azadiya ramanê ye, hebûn e; em li nasnameya xwe, azadiya xwe û hebûna xwe xwedî derkevin. Ziman beden e, li bedena xwe xwedî derkevin.

Roja Zimanê Dayîkê ya Dinyayê di serî de ji Rêber Apo re ku hêviya azadiya gelekî ya çand, nasname, ziman û hebûna wê hatî qedexekirin û tine hatibû hesibandin gihand asta têkoşîneke bêhempa û di vê rê de ti astengî nas nekir, li şehîdên me yên nemir ku di riya hebûn, ziman, nirx û azadiya gelê xwe de mirin weke bidawîbûnek nedîtin û xwe gihandin nemiriyê, her wisa li gelê me yê berxwedêr ku di gel her cure qedexe, zext, çewisandin, îşkence û înfazan stranên bi zimanê xwe gotî, çîrokên mêrxasiyê vegotî, dengê tilîliyên xwe bilind kirî û li hemberî neyar çok nedanî, pîroz be.

Ziman ku yek jê hêmana herî sereke a mirovbûn û civakbûnê ye, di afirandin û pêşxistina çanda civakî de jî hêmana sereke û amûra danûstandinê ye. Di vê wateyê de her zimanek hilgirê çandekî ye jî.

Ziman ne tenê hêmana bingehî a avabûna hişmendiya civakî, di heman demê de hêmana bingehîn a avakirina civakî ye jî

Gelekî dema xwedî li zimanê xwe derbikeve dibe gel û bi tenê wisa dikare civakbûna xwe biparêze û pêşde bibe. Di vê wateyê de ziman hîma sereke a bîra hevpar e. Pêşketina civakê hemtayê pêşketina ziman e. Berevajî wê jî rast e; civaka zimanê xwe wendakirî, ev civak e ku hebûna xwe jî wenda kiriye. Ji ber ku ziman jî weke çand bîra hevpar a civakan e; tê wateya daneheva hişmendiya civakî, raman, hest û nirxên civakî û teyisandina wan. Civakekê bi çiqasî zimanê xwe yê zikmakî xurt kiribe, ewqasî jî standardên xwe ên jiyanê xurt kiriye. Civaka zimanê wê hatî qedexekirin, ê zimanê xwe wendakirî û ê ketî bin destê dagirkerî û serdestiya zimanên din, ew civak e ku bi dagirkerî, bişaftin û qirkirinê re rû bi rû hatiye hîştin.

Li gel pêşketina kapîtalîzmê polîtîkayên fermî ên dewletan ji destpêkê heya îro li hember hebûna zimanan metirsiyeke jiyanî ye. Di destpêka sedsala 20’an û pê de li gelek deverên cîhanê bi sedema dewlet-netewên yekdest ên hatî damezrandin, gelek welat bûne goristana zimanan. Netewe-dewlet bi polîtîkayên xwe ên qirkirina zimanî û çandî, di hemû qadên jiyanê de perwerdeya bi yek zimanî wek neçariyekî li ser gelan ferz kirine. Riya sereke a bişaftina civakeke qedexekirina zimanê wê civakê ye. Bê şik, ji bo civakekê wêraniya herî mezin ev e bi zimanê xwe neaxive, zimanê xwe ji bîr bike û ji zimanê xwe dûr bikeve. Eşkere ye ku civaka zimanê xwe ji bîr kiriye, bi mîsogerî wê çanda xwe, dîroka xwe, nasnameya xwe û herî dawî jî wê bîra xwe wenda bike. Ev yek qira civakî ye ku ji hêla hişê netewe-dewlet bi domdarî tê meşandin.

Di vê wateyê de bi riya şoreşa ziman ku beriya bi deh hezaran salî li ser xakên Kurdistanê bi pêşengiya jinên Kurd hatî pêşxistin, di gel ku mohra xwe li pêşketina mirovahiyê daye, îro li ser heman xakî ji gelê me yê şoreşa ziman pêşxistî re di zimanê xwe de xwendin, nivîsandin, stran, siyaset, ken, girî û heta wek Apê Musa gotî fîtiklêdan jî  hatiye qedexekirin.

Em Komîteya Perwerdehiyê ya KCK’ê bi boneya Roja Zimanê Zikmakî ya Dinyayê careke din diyar dikin ku; mafê perwerdeya zimanê dayikê û bi rengekî wekhev sûdgirtina ji vê mafekî gerdûnî ye. Di vê wateyê de daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê ji hemû daxwazên din meşrûtir e. Divê em ji bîr nekin ku zimanek ne ji bo ku yên pê diaxivin kêm in; ji bo ku yên pê dizanin neaxivin, xwedî lê dernakevin û ji bo wê tênakoşin tune dibe, dimire. Lewra pêwîst e gelê me li her cihê lê ye axaftin û nivîsîna bi Kurdî wek çalakiya nemiriya zimanê dayikê bibîne, li her cihî, têkoşîna mîsogeriya perwerdeya bi zimanê dayikê û rakirina astengiyên zagonî a li pêş bikaranîna zimanê dayikê têkoşîneke bi hêz û domdar bimeşîne û ti caran rê nede polîtîkayên bişaftinê ên bi feraseta yekzimanî. Bi vê boneyê Roja Zimanê Zikmakî ya Dinyayê careke din li gelê me û ji hemû gelên têkoşer re pîroz be.”

Çavkanî: ANHA