Rojnameya Ronahî

HPG: Êrişên hewayî yên dewleta Tirkiyê ya dagîrker bê encam in

Navenda Nûçeyan-Qamişlo

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG`ê daxuyaniyek da û têde diyar kir ku dewleta Tirkiyê ya dagîrker êrîşên berfreh ên hewayî li ser herêmên parastina Mediyayê dewam dikin. 

Daxuyanî wiha ye:

“Artêşa Tirkiyê ya dagîrker êrişên berfireh ên hewayî li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike. Di van êrişan de dagîrkeran ti encam bi dest nexistin. Agahiyên berfireh ên li ser êrişan wiha ne:

Di navbera 11 û 18’ê Sibatê de Girê Hakkarî û derdora wê ku li herêma Matînayê ye 7 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

15, 16 û 17’ê Sibatê qadên Çemço û Sîda yên herêma Zapê 6 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

18’ê Sibatê saet di 12:30’î de qadên Dola Şêranê û Kafya yên herêma Garê 2 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

19’ê Sibatê saet di 10:00 de Girê FM û Girê Cûdî yên li herêma Zapê bi balafirên şer 2 caran hatin bombekirin.

19 û 20’ê Sibatê danê nîvro derdora Ava Lolanê ya li herêma Xakurkê 3 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

19’ê Sibatê Girê Ortê yê li herêma Metînayê bi balafirên şer hate bombekirin.

19’ê Sibatê saet di navbera 10:00-10:15`an de qada Werxelê ya herêma Avaşînê 2 caran bi balafirên şer hate bombekirin.”