Hêvî Keleş/ Qamişlo
Rêvebera Ofîsa Jin ya Desteya çandê ya xweser ya Kantona Cizîrê Seher Mehmûd anî ziman ku asta çandê di salên dawiyê de pêşketinek ber bi çavan tê de çêbûye û wiha got: “Di desteya çandê de gelek kar û xebat têne meşandin û bi tayber li ser jêhatiyên ciwanan tê seknandin û piştgiriya wan tê kirin.”
Desteya çandê ya Kantona Cizîrê ku bi avakirina Rêveberiya Xwser di 2004’an de hat avakirin. Armanca avakirina wê ji birêxistinkirina kar û xebatên çandê li herêmê, ji aliyê komkirina Rewşenbîr û Hunermendan ve heta ku di nav desteyê û kar û xebatên wê debin.
Derbarê kar û xebatên Desteya çandê ya xweser a Kantona Cizîrê Rêvebera Ofîsa Jin ya Desteya çandê Seher Mehmûd ji Rojnameya me re axivî.
Kar û xebatên Desteya çandê dane meşandin
Rêvebera Ofîsa Jin ya Desteya çandê Seher Mehmûd anî ziman ku Desteya Çandê gelek kar û xabat di van salan de meşandine û got: “Karên ku Desteya Çandê dane meşandin, gelek festîval hatin lidarxistin ku her sal ev Festîval tên lidarxistin weke Festîvala Jin a ku ji deh salan de heye, Festîvala Osman Sebrî ya wêjeyî, Festîvala Biratiya Gelan û Festîvala govendê, herwiha çend Pêşangehên Wênesaziyê, ev pêşangeh li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, di heman demê de her sal pirtûk tên çapkirin, pirtûkên ku di festîvalan de serketî bûn û yên Nivîskaran tên çapkirin. Saziyên ku di Desteya Çandê de cihê xwe digrin ev in: Makînevana Lîlît bi taybet ya jinê ye, Orkêstira Rojava ya Zarokan, Rêveberiya Geştiyariyê ya ku karûbarên xwaringeh û otêlan dişopîne û destûran dide wan û Rêveberiya Antîkan e. Di Desteya Çandê de 15 navend li seranserî erdnîgariya Kantona Cizîrê hene, ev navend tê de kursê muzîk û stranan û yên govendên filiklorî têne dayîn, herwiha kom tê de hene ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Suriyan, Ermenî pêk tên, herwiha dibistana Şanoyê heye ku zarokên ku jêhatiyên wan hene wan dihewînin, Navenda Pargîn li ser belgekirinê zêdetir ji perwerdeyê disekine. Em di hundirê Desteya çandê de destek didin hev û bi hev re alîkarin.
‘Kar û xebatên ku di sala 2025’an de nehatine pêkanîn’
Seher Mehmûd eşkere kir ku ji ber rewşa welêt gelek kar û xebatên 2025’an de hatin derengxistin û wiha got: Ji bo rewşa Seda Tişrînê û şehîdan gelek kar û xebatên me hatin derengxistin, Festîvala Jin wê weke her sal di 21’ê Adarê de hatiba lidarxistin, lê ji ber rewşên cuda dîroka lidarxistina wê derbasî 17’ê Nîsanê bû, herwiha cejna Ekîto ku di 1’ê Nîsanê hat lidarxistin û Festîvala Biratiya Gelan di demên pêş de wê bê lidarxistin. Herwiha di vê sale de pêşangehên Wênesaziyê hatin lidarxistin. Astengiyên ku bi me re derbas dibin ji aliyê hişmendiyê de ye û çiqasî di asta çandê de me pêşketin pêkanîne û me heyanî çi astê bandora me li ser civakê pêkhatiye.
Desteya çandê pêşketinek wê ya berbiçav di sale dawiyê de çêbû, lê hê jî em negihiştine asta pêwîst, ji ber wê jî hişyarî bi riya navendên çandî li ser tê kar kirin, herwiha astengiyên din jî hene ji ber rewşa em tê de jiyan dikin û zehmetiyên jiyanê.”
Rêvebera Ofîsa Jin ya Desteya çandê Seher Mehmûd axaftina xwe wiha qedand û got:“Asta Desteya çandê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji salên derbasbûyî de pêşketineke ber bi çav pê re çêbûye. Me bi riya pêşbirkan û belavkirina xelatan pêşketinên ku di asta çandê de çêbûye dît ku çawa di van salan de pêşketinên mezin di asta çandê de çêbûne û çawa asta çndê berfirehtr bûye, herwiha hêsankirina ji aliyê Rêveberiya Xweser jî heye ku mirovên jêhatiyên wan hene piştgiriya wan dikin. Di sê salên dawî de fokus li ser pirojeyên biçûk tê kirin, weke karên destan yên sade ên li gundan û li ser pirojeyên ji bo jinan tê kar kirin weke dirûtinê bi sûfê û karên destan, herwiha ji bo tomarkirina stranan bê biha ji bo hunermendan tê kar kirin. Asta çandê bêhtir di van salên dawiyê de pêşketin çêbûye. Em başbûnê dibînin ji nirxandinên ku di Festîval û pirtûkên ku tên çapkirin de.”