Wednesday, May 14, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

TEV-ÇAND Mezobtmiya: 21’ê Sibatê bi gelemperî li gelê Kurdistanê pîroz be

21/02/2022
in Uncategorized
A A
TEV-ÇAND Mezobtmiya: 21’ê Sibatê bi gelemperî li gelê Kurdistanê pîroz be
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan-Qamişlo

Bi boneya 21`ê Sibatê, Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê, TEV-ÇAND Mezobotamiya daxuyaniyek da û ev roj li hemû gelê Kurdistanê Pîroz kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Ziman têkiliya xwe ya xurt bi çandê re heye, ji ber ku xala herî sereke di vê qadê de ye, mirov û civaka ku ji zimanê xwe qut bibe ji nasname, çand û hebûna xwe qut dibe.

Gelên xwedî ziman û çand bi van nirxên xwe têne nasîn û hene, yên ku nexwedî van nirxan bin wekî gel nayên dîtin û dawiya wan jî windabûna ji qada dîrokê ye.

Gelê Kurd jî gelê herî resen û kevnar yê Mezopotamyayê ye, dendikên şaristaniya yekê di navbera Dicle û Feratê de di axa Kurdan de hêşîn hatine, yek nivîs, yek çandinî, yek gundevanî …hwd , bi ked û xwêdana pêşiyên Kurdan hatine avakirin û afrandin. Ev Çanda xwecihkirinê ku bi dehan hezar sal beriya zayînê di vê erdnîgariyê de bi pêş ketiye, hiştiye ku Zimanê Aryenan jî bi taybet yê Kurdan bandorê li giştî zimanên cîhanê bike. Ev yek jî li xweşiya faşîst û dagîrkerên Kurdistanê nayê. Misogerkirina hebûna xwe di tunebûna Kurdan de dibînin. Ji ber ku ziman jî hebûn û nasnameya gelan e, ji bilî komkujiyên sor komkujiyên spî jî her pêk anîne û hêjî pêk tînin.

Bi armanca bişaftin, helandin û ji holêrakirin her tim zimanê kurdî di bin qedexekirin û zextê de hiştine, li gorî agahdariyên UNESCO jî ji ber şer, komkujî, qedexe û asîmlasyonê heger bi vî awayî biçe di nava sed salî de nêzî sê hezar ziman di metirsiya windabûn û tunebûnê de ne .

Bê guman zimanê kurdî jî yek ji van zimanên ku di bin xeteriyê de ye, lê ji ber resentiya vî zimanî û bi saya wêjeya devokî û lorîkên dayikan ev ziman heta roja îro gelê Kurd aniye û hebûna wî parastiye. Bi hatina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re jî gelek derfetên zêrînî li pêşiya hemû gelên herêmê vebûn, her kes bi zimanê xwe dixwîne û dinîvisîne. Êdî paradîgmaya neteweya demokratîk bûye mertala parastina ziman, çand û nasnameya hemû gelan.

Em wekî TEV-ÇAND MEZOPOTAMYA 21`ê Sibatê Roja Cîhanê ya Zimanê Dayikê bi gelemperî li hemû gelên cîhanê, bi taybetî jî li gelên Kurdistanê pîroz dikin.

Tovê Ziman wê her di axa Mezopotamyayê de hêşîn bibe.

Ziman; çand û nasnameya gelan e.

Ziman jiyan e.”

Post Views: 94
ShareTweetPin

Herî Dawî

AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE
HAJMARA PDF

AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE

14/05/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

14/05/2025
Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin
ÇAND Û HUNER

Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin

14/05/2025
Hemû cureyên wêjeyê dinivîsin yekê jî nabin serî
QUNCIK NIVÎS

Cejna Zimanê Kurdî..Ne Rojeke, Hemû Rojên Salê

14/05/2025
Li ser zimanê Kurdî hin rist û gotin…
ÇAND Û HUNER

Li ser zimanê Kurdî hin rist û gotin…

14/05/2025
Desteya çandê navenda pêşxistina jêhatiya ye
ÇAND Û HUNER

Desteya çandê navenda pêşxistina jêhatiya ye

14/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.