Rojnameya Ronahî

Li çola Dêrazorê êrişên çeteyan dewam dikin

Çeteyên DAIŞ`ê li çolbeyara Dêrazorê êrişî nuqteyeke leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê kirin. Di encamê de 2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin. Li gundewarê Himsê jî, mayînek bi erebaya efserekî hêzên hikumeta Şamê de teqiya.

 

FacebookTwitterWhatsAppTelegram

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku çeteyên DAIŞ`ê nuqteyeke leşkerî ya hêzên hikumetê li beyara Dêrazorê kirin hedef. Di encamê de du leşker hatin kuştin.

Têkildarî heman mijarê li çiyayê El-Omer ê rojhilatê Himsê mayînek bi erebeya efserekî hêzên hikumeta Şamê ve teqiya. Di encamê de efser birîndar bû û 3 parêzvanên wî hatin kuştin. Li vê herêmê tevgera şaneyên DAIŞ`ê zêde ye.

 ANHA