Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 5 gerîlayên li Serhedê şehîd bûyîn eşkere kirin û got, em hevrêyên xwe yên li Serhedê bi tevlibûna xeta fedayîtiyê bûyîn efsane bi rêz û minetdarî bîr tînin û dilsoziya xwe ya bi bîranîna wan re dubare dikin.
FacebookTwitterWhatsAppTelegram
Navenda Nûçeyan
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:
“11’ê Gulana 2017’an li qada Tendurekê ya Eyaleta Serhedê, di dema çalakiya dijî artêşa Tirk a dagirker de ku gelek dagirker hatin cezakirin û dijmin ji Tendurekê hate avêtin, lehengên Serhedê hevrêyên Argeş, Canfeda, Çekdar, Cemal û Nûrhak bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Em van hevrêyên xwe yên bi tevlîbûna li ser xeta fedayîtiyê li Serhedê bûn efsane, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û dilsoziya xwe ya bi bîranîna wan re dubare dikin.
Agahiyên li ser nasnameuûm hevrêyên me yên şehîd wiha ne:
Nasnav: Argeş Întîkam
Nav paşnav: Ersîn Seven
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Besra-Mehmet Emîn
Dem û cihê şehadetê: 11’ê Gulana 2017 / Serhed
Nasnav: Canfeda Rojhat
Nav paşnav: Îbrahîm Başboga
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Guzel-Hîkmet
Dem û cihê şehadetê: 11’ê Gulana 2017 / Serhed
Nasnav: Çekdar Ararat
Nav paşnav: Sînan Tekîn
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Hatîce-Nîzamettîn
Dem û cihê şehadetê: 11’ê Gulana 2017 / Serhed
Nasnav: Cemal Serhed
Nav paşnav: Gulum Ozden
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Felek-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 11’ê Gulana 2017 / Serhed
Nasnav: Nûrhak Serhed
Nav paşnav: Mehmet Guler
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Emîne-Şevket
Dem û cihê şehadetê: 11’ê Gulana 2017 / Serhed