Wednesday, May 14, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çeteyên dewleta tirkî ji Efrînê digel melayê mizgeftê 10 welatî revandin

21/02/2022
in Uncategorized
A A
Çeteyên dewleta tirkî ji Efrînê digel melayê mizgeftê 10 welatî revandin
Share on FacebookShare on Twitter

Çeteyên dewleta tirkî ji navçeya Reco û Cindirêsê yên kantona Efrînê 9 welatî revandin û ji navenda Efrînê jî melayê mizgeftê revandin

FacebookTwitterWhatsAppTelegram

Çavkaniyan ji navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ya dagirkirî ragihand ku çeteyên “Feyleq El-Şam” ên girêdayî dewleta Tirkan welatiyê bi navê Şakir Şêxo (36) yê ji gundê Celeme yê Efrînê revand. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hicetên nerast welatiyan direvînin û li hember serbestberdana wan, fîdye ji malbatên wan dixwazin.

Bi mijarê ve girêdayî çavkaniyan ji navçeya Racoyê ragihand ku çeteyên “polîsên leşkerî” yên dewleta Tirk a dagirker welatiyê bi navê Xelîl Mihemed Mistefa (22) ê ji gundê Badîna yê navçeya Raco revand. Piştre ew bir navenda xwe ya sereke ya li navçeyê. Çeteyan îdia kir ku têkiliyên Xelîl Mihemed Mistefa bi Rêveberiya Xweser re hebûn.

Çeteyên “polîsên leşkerî” beriya du mehan Ajar Mistefa ku birayê Xelîl Mistefa ye revandinbû û hîna jî çarenûsa wî nediyar e, ji ber ku malbat nekarî fîdye bide çeteyan.

Çavkaniyan daxuyand ku çeteyên “Firqet El-Hemzat” 5 welatî revand, ji wan kalemêrek û jinek ji gundê Qude yê navçeya Raco. Çeteyan ew birin cihekî ne diyar û hîna jî çarenûsa wan eşkere nebûye.

Her wiha heman çavkaniyan navên kesên hatine revandin bi bîr xistin: Hisên Mihemed Hemo (75), Selah Menan Şêxo, Şukrî Hisên Bakîr (50), Mihemed Mihemed Heyder û Asya Hisên Mûsa (60).

Li gorî çavkaniyan piştî dagirkirina Efrînê sala 2018`an jina bi navê Asya Hisên Mûsa hatibû revandin û li girtîgeha Hewar Kilis a girêdayî çeteyên Sultan Murad hatibû girtin. Piştre li bermanber fîdyeyê serbest hatibû berdan. Çavkaniyan eşkere kir ku îşknece li Asya hatibû kirin.

Çavkaniyan da zanîn ku çeteyên “polîsên leşkerî” û “El-Hemzat” pênşema derbasbûyî, du bira; Mihemed Fayiq Henan (38) û Hisên Hisên Fayiq Henan ên ji gundê Berbenê yê navçeya Racoyê revandin.

FacebookTwitterWhatsAppTelegram

Li aliyê din, li gorî çavkaniyan, MÎT’a Tirkan û çeteyên wê melayê mezingefta mezin Yûsif Yaqûb Ebdulezîz (67) ê ji gundê Sêmalka yê Mabeta ya Efrînê revandin.

ANHA

Post Views: 32
ShareTweetPin

Herî Dawî

AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE
HAJMARA PDF

AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE

14/05/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

14/05/2025
Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin
ÇAND Û HUNER

Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin

14/05/2025
Hemû cureyên wêjeyê dinivîsin yekê jî nabin serî
QUNCIK NIVÎS

Cejna Zimanê Kurdî..Ne Rojeke, Hemû Rojên Salê

14/05/2025
Li ser zimanê Kurdî hin rist û gotin…
ÇAND Û HUNER

Li ser zimanê Kurdî hin rist û gotin…

14/05/2025
Desteya çandê navenda pêşxistina jêhatiya ye
ÇAND Û HUNER

Desteya çandê navenda pêşxistina jêhatiya ye

14/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.