Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan ya Efrîn – Sûriyê bîlançoya sûc û kiryarên ku dewleta Tirkan û çeteyên wê ji destpêka sala 2022`yan ve li dijî welatiyên resen yên kantona Efrînê pêk anîne, eşkere kirin.
FacebookTwitterWhatsAppTelegram
Ji destpêka ku artêşa Tirkan ya dagîrker û çeteyên wê kantona Efrînê dagîr kirin, hemû sûc û kiryarên dermirovî yên li dijî welatiyên resen yên li gund û bajarokên kantona dagîrkirî mane, didomin.
Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê – Sûriyê bîlançoya sûcên ku ji destpêka sala 2022`yan ve hatine kirin, eşkere kirin.
Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê – Sûriyê Îbrahîm Şêxo wiha got: “Ji destpêka sala 2022`yan ve, artêşa Tirkan ya dagîrker û çeteyên wê her wiha MÎT’a Tirk, 96 welatî ji wan 11 jin û 5 zarok, revandin.”
Şêxo wiha domand: “Rewşên kuştinê ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine kirin gihaşt 10 welatiyan. Zêdetirî 5 hezar darên zeytûnan hatin birîn û 9 cihên şûnwarî hatin wêrankirin.”
Şêxo destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê daran dibirin, cihên şûnwarî wêran dikin û armanca wan ji vê yekê ew e ku xwezaya Efrînê hilweşînin, bazirganiya êzingên darên wê bikin, nasname û çanda kantona Efrînê ku vedigere hezar salan tune bikin, ev jî bi rêya hilweşandin û diziya cihên şûnwarî, girankirina doprêça li ser şêniyên resen, avakirina mizgeftan li gundewarên êzidîyan da ku wan koçber bikin û demografiya herêmê biguhêrin, pêk tê.
Şêxo piştrast kir ku zêdetirî 18 baregeh ji aliyê komeleyên qeterî, kiwêtî yên îxwanî ve hatine avakirin û herî dawî jî komeleyên filistînî ku bi lez û bi destekdayîna dewleta Tirk, hatin avakirin.
Şêxo di axaftina xwe de îşaret pê kir ku dewleta Tirk bi hemû hêza xwe hewl dide rastiya dagirkirinê li kantona Efrînê bidomîne û wek ku di dîrokê de kiriye wê tev li xaka Tirkiyê bike.
Îbrahîm Şêxo piştrast kir ku çeteyên dewleta Tirk li Efrînê di demên berê de çeteyên DAIŞ`ê bûn û bi vê yekê dagirkeriya Tirk Efrîn kiriya “baregeha dijminatiyê li herêmê” û wiha dawî li gotina xwe anî: “Digel paşguhkirin û bêdengiya civaka navneteweyî dê sûc û binpêkirin dewam bikin.”
ANHA