Rojnameya Ronahî

Perwerde û Kesayet

Beşîr Taha Silêman

 

Di mijara perwerdeyê de, avakirina kesayetê, di asta yekê de wek bingeh tê dîtin. Bi rêya avakirina kesayetê ji hêla perwerde, zanist û wijdan ve civakeke zana û hevgirtî tê avakirin. Civakên herî pêşketî, encama sîstemên perwerdeyên  herî baş in. Mînak: Fîlenda, Vênziwêla, Capon, Çîn… Ev sîstemên perwerdeyê û dewletên rabûrî weke nimûne û encama perwerdeya herî rast tên dîtin û weke rastkêşekê, sîstemên perwerdeyê li wan, tên pîvan. Li hemberî wê li Rojhilata Navî û bi taybetî li weletên dagîrker ên ku perwerdeyên xwe bi ser neteweyên din de disepînin, weke perwerdeyên qels û lawaz tên dîtin; hin xalên lawaziyên wê jî  ev in:

  1. Jiberkirin, li pêş e.
  2. Ezmûn bingeh e.
  3. Danheva pileyan merc e.
  4. Perwerde, weke qadeke bazirganî tê dîtin.
  5. Hêla pratîkî lawaz e.
  6. Bawername bingeh e.

 

Tevî van lawaziyên berbiçav, ev sîstemên perwerdeyê bi ser neteweyên din de tên sepandin. Ev sepandin ziyaneke gelekî xurt digihîne bingehê avakirina kesayeta xwendekar. Wek mînak, ev xwendekarê ku li malê bi kurdî diaxive û hê ferhenga wî ya kurdî bi rengekî baş nepijiyaye, li dibistanê zimanê erebî, tirkî, farisî bi ser de tê sepandin. Ew di navbera fêrbûna zimanê nû û qezenckirina agahiyan de winda dibe. Tevî perwerdekarê ku bi gotineke kurdî di hundirê  polê de naaxive, rewşê aloztir dike. Bi rengekî giştî ev yek di hundirê xwendekar de, hesnekirina dibistan û perwerdeyê ava dike. Kesyeteke dûrî çanda xwendin û lêkolînê tê avakirin. Tevî vê rewşê, ev perwerde heta refa nehan, wek perwerdeyeke neçar, tê sepandin. Ji ber vê yekê bi sedan xwendekar ji tevayiya neteweyan, bi rengekî nefermî ji dibistanê derdikevin û berê xwe didin, qadên din ( pîşesazî, avayîsazî, çotkarî, şivantî, …). Ji ber vê perwerdeyê, beşeke ji cavakê, nexweda tê dîtin û yê mayî di nava wê sîstemê de perwerdeya xwe berdewam dike. Ev beşa ku xwendina xwe berdewam dike bi ezmûnên refa nehan û bekeloryayê tê bêjingkirin. Bi sedan xwendekar ji ber pileyên kêm, ji dibistanê derdikevin û ew jî berên xwe didin cihên cuda (bazirganî, pîşe, kargeh…) Bi taybetî ezmûna refa bekeloryayê, dibe rêbendeke ku bi hezaran xwendekar ji ber pileyên kêm û rewşên cuda ji vê sîstemê der bikevin. Ev yek bandoreke gelekî neyînî li kesayeta xwendekar dike. Ev kesê ku bi salan xwendiye û ti pîşe ji xwe re negirtiye, ji nîşka ve xwe li qadeke vala dibîne. Neçar e, ew jî berê xwe bide cihên din û nefretê ji xwendinê bike. Herwiha kesayeta xwendekar di pêvajoya xwendinê de, rastî keysbaziya darayî tê û sîstema perwerdeyê bi diravan ve tê girêdan. Xwendekar di pêvajoya nehan û bekeloryayê de, rastî keysbaziyeke kirêt tê. Mamoste û xizim, xwendekar neçarî vekirina dewreyên branşan dikin. Ev yek xwendekar rastî keysbaziyeke darayî, dike. Herwiha bandorê li pêvajoya zaroktî û ciwaniya wî dike. Ji  bo qezenckirina pileyên baş û bi destxistina beşeke qenc, bi şev û rojan divê bixwîne. Ev qonaxên ku ev kesayeta xwendekar di wan re derbas dibe, ziyaneke pir mezin li kesayeta vî xwedekarî dike û kesayeteke xwediya taybetiyên tevlihev derdixe holê:

  1. Kesayetên nîvxwenda û di perwerdeyê de, bi binketine, ji civakê re, pêşkêş dike.
  2. Kesayetên keysbaz bi hukmê perwerdeya ku tê re derbas bûne, diafirîne.
  3. Hin kesayetên xwedîbawername, lê ne xwediyên zanist û perwerdeyê, tevlî qadên cuda yên zanistê dikin .
  4. Kesayetên moralşkestî û ji xwendin û zanînê dûr dertîne.
  5. Kesayetên di hizrên wan de zanist û perwerdeyê bi dirav û berjewendiyê girêdayî diafirîne.

 

Bi vê yekê û bi rêya van xwendekaran û kesên ku di vê perwerdeyê re derbas bûne, mirov nikare dabaşa avakirina civakeke pêşketî û zana, bike!