Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji bo tevlîbûna Festîvala Mazlûm Dogan bang

09/07/2018
in Uncategorized
A A
Ji bo tevlîbûna Festîvala Mazlûm Dogan bang
Share on FacebookShare on Twitter

KCDK-E ji bo 21. Festîvala Çand û Sporê ya Ciwanan a Mazlûm Dogan ku 14’ê Tîrmehê wê bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir. KCDK-E’ yê wiha got, “Wezîfeyeke me ya bingehîn e ku di vê pêvajoya dîrokî de beşdarî festîvalê bibin û têkoşîna hevpar xurt bikin.”

KCDK-E ji bo 21. Festîvala Çand û Sporê ya Ciwanan a Mazlûm Dogan ku 14’ê Tîrmehê wê bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir.
Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E daxuyanyeke nivîskî weşand û got, “Di vê demê de ku polîtîkaya bloka faşîst a AKP-MHP’ê ya li dijî demokrasiyê û Kurdan dijwartir bûye, Festîvala Mazlûm Dogan tê lidarxistin. Em di asteke bilind de tevlî festîvalê bibin, bi şiyara ‘Serî hilde’ berxwedanê geş bikin û bi vî rengî bersivê bidin.”
Di daxuyaniyê de hate eragihandin ku Erdogan ê dîktator, polîtîkaya xwe ya şerê qirêj a li dijî Kurdan li Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê girantir dike û hate gotin, “Tecrîda giran a li ser Rêber Apo jî bi rengê herî dijwar şidandiye û bi rebazên şerê qirêj êrîşê dibe ser hemû destketiyên gelê Kurdistanê. Dewleta Tirk a mêtinger ku li pêşberî têkoşîna azadiyê û gelê Kurdistanê tengav bûye, dixwaze bi konsepta şerê topyekûn bi ser bikeve.
Em bi berxwedana topyekûn pêşî li vê polîtîkaya kujer a dewletê bigirin. Di vê dema dîrokî de girîng e em ji her demê bêhtir yekîtî û rêxistiniya xwe xurt bikin û bi moral û motîvasyoneke bilind têkoşînê geş bikin.
Di demeke wiha de, Ciwanên Azad wê bi şiyara ‘Li dijî faşîzmê serî hilde, Serokatî azad bike’ roja 14’ê Tîrmehê 21. Festîvala Mazlûm Dogan li dar bixe. Wezîfeyeke me ya bingehîn e ku di vê pêvajoya dîrokî de beşdarî festîvalê bibin û têkoşîna hevpar xurt bikin. Çawa ku Mazlûm Dogan di nava tarîtiya faşîzma 12’ê Îlonê de bi berxwedana xwe ya destanî mêtingerî têk bir, divê em jî tevlî vê festîvalê bibin û têkoşîna hevpar geş bikin.
Bi navê KCDK-E em bang li hemû meclîs û xebatkarên xwe dikin ku ji bo 21. Festîvala Mazlûm Dogan a 14’ê Tîrmehê bixebitin, her kesî tevlî bikin û bi vê armancê seferber bibin. Em bang li gelê xwe û hemû hêzên şoreşger û demokrat jî dikin ku tevlî Festîvala Mazlûm Dogan bibin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.