Rojnameya Ronahî

Tecrîdkirina Rêber APO tecrîdkirina mirovayiyê ye

Qamişlo-Mihemed Xanim

Ezher Ehmed: Hêzên desthilatdar û komploger, ji ber ku li hemberî berxwedan û têkoşîna Rêber APO bin ketin, bihêrs in û rêbertiya me di nava tecrîdeke giran de digirin.

 

Hêzên kapîtalîst û desthilatdar yên komploger, bi plangeriyeke navneteweyî Rêberê Gelê Kurd Rêber APO, dîl girtin. Ev komplo di şexsê Rêber APO de, li ser gelê Kurd û gelên Rojhilata Navî bi peyman û hewldana planên nû yên qirêj dewam dike. Hêzên kapîtalîst, bi armanca tinekirina nirxên civaka azad, wekhev û jiholêrakirina Modernîteya Demokratîk, komplo pêş xistin. Rêber APO, bi pêşxistina berxwedana dîrokî, bi heqîqeta avakirina  civaka azad rastiya komplogeran pûç kir. Hêzên komploger, ji ber ku li hemberî berxwedan û têkoşîna mezin ya Rêber APO, bin ketine, bihêrs in û îro Rêber APO di nava tecrîdeke giran de digirin.

Têkîldarê mijarê Rêveberê Yekîtiya Roşenbîrên Herêma Cizîrê –ofîsa Hesekê Ezher Ehmed  ji me re axivî. Ehmed diyar kir ku dewleta tirkî li Îmralî li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi konsepta şer re tecrîdeke girankirî pêk tîne û wiha got: “Felsefeya Rêber Apo ji seranserê cîhanê re bûye felsefeya çareseriya pirsgirêkên ku li Rojhilata Navî bûne girêk. Ji bo vê yekê em wek gelê rojavayê Kurdistanê dibînin ku projeya çareseriyê ya Rêber Apo, li hemberî sîstema sermayedariyê alternatîf e. Ev felsefe û fikrê azad ku ji aliyê Rêber Apo ve tên dayîn li ser berjewendiyên van sîsteman xeterê çêdike. Ji bo vê yekê eger em sedemên tecrîda ku niha li ser Rêber Apo tê meşandin bipirsin, bêguman ev ji hev ne qut in.”

‘Em hêza xwe ji projeya Xweseriya Demokratîk digirin’

Ehmed bal kişand ser bêdengiya cîhanê ya li hemberî tecrîda girankirî û axaftina xwe wiha domand: “Di dîrokê de kesên ku fikrê wan xeterê li ser sîstemên desthilatdar çêdike, ew tenê tên girtin û bi cezayê giran tên cezakirin. Ji bo vê yekê li ser Rêber Apo tecrîd tê meşandin. Di demekê de ku aloziyeke bi vî rengî li cîhanê heye û gelên cîhanê li çareseriyê digerin, Rêber Apo berî niha bi demeke dirêj şêwazê çareseriya pirsgirêkan danîbû holê. Bi taybetî ji bo Rojhilata Navî felsefe û rêya jiyana nû ka wê çawa be, piştî sedê salan ji jiyana tarî pêşkêş kiribû. Ev projeya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye dayîn, mînaka wê projeya Rêveberiya Xweser ya li bakur û rojhilatê Sûriyê tê dîtin û li seranserê cîhanê deng vedaye. Lê Tirkiye û hêzên desthilatdar  dizanin ku ev proje li ser wan xeterê çêdike. Ji ber wê tecrîdek girankirî xistine dewrê.”

‘Tecrîdê di nava tecrîdê de pêk tînin’

Ehmed bal kişand ser kiryarên dewleta tirkî û axaftina xwe wiha domand: “Dewleta tirkî ji demên borî û heta niha bi kiryarên xwe yên faşîzan rêgezên mirovayiyê li ber çavên her kesî binpê dike. Tecrîda ku li ser Rêber Apo dide meşandin, li ti deverên cîhanê nehatiye kirin. Piştî vê jî di nava tecrîdê de tecrîdeke din pêk tîne. Em wek gelê rojavayê Kurdistanê di gelek mijaran de deyndarên Rêber Apo ne.”

‘Divê em li xwediyê felsefeya çareseriyê xwedî derkevin’

Ehmed projeya Netweya Demokratîk wek çareseriya pirsgirêk û qeyrana cîhanê dît û wiha nirxand: “Projeya Rêber APO ya Neteweya Demokratîk,  gav bi gav di şoreşa rojavayê Kurdistanê de pêk tê. Ev jî bi xwe re projeya sîstemên sermayedar bin dixe. Ji bo azadiya Rêber Apo divê her kes xwe berpirsyar bibîne. Rêber Apo ne kesayeteke ji rêzê ye. Ew xwediyê nirx û felsefeyekê ye. Eger em bixwazin ji vê qeyrana heyî derkevin divê em li xwediyê felsefeya çareseriya vê qeyranê xwedî derkevin.”

‘Divê li hemberî tecrîdê asta nîşandayîna bertekan bilindtir bibe

Rêveberê Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê-Ofîsa Hesekê Ezher Emed wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li bakurê Kurdistanê jî berxwedana li hemberî dewleta tirkî tê kirin, êdî hişmendiya dewlet-neteweyê dihejîne. Wekî ku li rojavayê Kurdistanê projeya çareseriyê ji felsefeya Rêber Apo hat girtin, di heman demê de Bakur jî îlhama xwe ji projeya Rojava girtiye. Ji ber vê yekê çareseriya pirsgirêka li Tirkiyê û Kurdistanê heyî, azadiya Rêber Apo ye. Eger ev nebe her ku biçe wê pirsgirêk kûrtir bibe. Li rojavayê Kurdistanê ev têkoşîn jî li ber çavan e, li vir gel rêveberî û sîstema xwe ava dikin. Êdî ev model her ku diçe pirtir tê naskirin û erêkirin. Ji bo ku ev qeyrana li seranserê cîhanê derdikeve ji holê were rakirin, çareseriya wê proje û felsefeya Rêber Apo ye. Divê em hemû li xwediyê vê projeyê xwedî derkevin û berî ku ev qeyran mezintir bibe em daxwaziya azadiya wî bikin.”