Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Med Tv û Zimanê Kurdî

20/02/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Hêza misqalek ruhê PKK’ê
Share on FacebookShare on Twitter

Faruk Sakik

 

Piştî ku Med Tv hat vekirin, rojek ji dostên Kurdan kesek Alman hatibû serdana Tv û gotibû; “Ji bo me Almanan Martin Luther çi be, ji bo Kurdan jî Med Tv ew e. Zimanê Almanî  ji gelek devokên cuda bu û jihevfêmkirina li hin herêman zehmet bû. Martîn Luther Încîl bi zimanê Almanî çap kir û belav kir. Piştî vê xebatê standarta zimanê Almanî saz bû. Zimanê kurdî jî ji bo ku bi asîmîlasyonê rûbirû mabû û devok û lehçeyên cuda hebûn jihevfêmkirin pir zehmet bû. Lê bi vekirina Med Tv standartek çêbû. Îroj Kurd hemû bi vê yekê wê ji hev fêm bikin”

Med Tv weşana yekê ya dîtbarî bû ku zimanê kurdî jê bilind dibû.

Televizyona kurdî û ya Kurdan ya yekê navê xwe ji yekem şaristaniya Kurdan ji Medan girtibû. Med-TV 2500 sal piştî xerabûna şaristaniya Medan dest bi weşana xwe kiribû.

Di vê pêvajoya dîrokî de ji bo Kurdan pirr tişt neguherîbû. Kurdistan her di bin dagirê de û Kurd her nav têkoşîna netewî de bûn.

Zimanê wan qedexebû, navê welatê wan tune bû, serek û pêşengên wan an li zindanan, an li çiyayan an jî li sirgûnan bûn.

Med-TV wek rihekî biefsûn li ser xaka Mezopotamya geriya, çand, folklor, ziman, adet, tore, muzîk, stran, çîrok û xeyalên însanên van zewiyên xemgîn careke din vejand. Zimanê Kurdî tevî çar zaravayên xwe her şev ji ekranên televîzyonan ber bi hesret û xeyalên Kurdan ê hezaran salî herikî.

Med TV wek dibistaneke bû. Kurd yekem car bi saya vê televîzyonê bi dewlemendî û kûrahiyên nirxên xwe yên netewî hisiyan.

Bi taybetî di nav Kurdan de hêsta netewebûnê piştî weşanên Med TV bi awayekî liberçav pêşket. Kurd bi hevdu hisîyan, welatê xwe nas kirin, bi dîroka xwe derxistin, bi hêza xwe hisiyan.

Med TV ziman û çanda wana qedexekirî û veşartî li wan vegerand. Ji hişyarbûna wan a sedan salan re alîkarî kir.

Lê ya esas xebatên ji bo parastin û pêşvexistina zimanê kurdî bû. Di destpêka weşana Med Tv de, li Kurdistan gelek kesan ji zimanê weşanê fahm nedikir. Lê gelek kedkar û pirsporên ziman, di Tv de li ser ziman xebat meşandin da ku ji çar aliyê Kurdistan ji aliyê hemû kurdan ve ev ziman were fahmkirin. Bi demê re ev yek jî pêkhat. Hêdî hêdî fahmkirina ziman de pêşketin çêbûn.

Êdî di nav civaka Kurdan de, di dewsa selamunelêykum de ‘rojbaş’, di dewsa teşekur dikim de ‘spas’, dewsa sihhet de ‘tenduristî’ hat bikaranîn. Hêdî hêdî ew peyvên zimanên dagirkeran ku di nav axaftina rojane de cîh girtibûn dihatin rakirin. Piştî demek, roj hat axaftina bi zimanê dijminên Kurdistan wek eybek dihat dîtin.

Her çiqas kovar û rojnameyên bi kurdî hebûn jî lê ji bo di nav kurdan de xwendin û nivîsandin kêm bû zêde bandore xwe tunebû. Med Tv ev valahî bi bernameyên xwe yên ziman û bi weşana xwe tijî kir.

Îroj ji bo li Tirkiyê zimanê kurdî li dibistana bibe dersa bijarte nîqaşek destpêkirî. Dîsa hin kes dibêjin tevgera azadî çima piştgirî nade vê kampanyayê.

1- Di destpêkê de daxwaza tevgera azadiyê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê. Û gotin bilî vê hedefê, hedefên biçûk ji desthilatdara dibe xizmet.

2- Med Tv li ser daxwaza Rêber Apo hat avakirin. Û di van xebatên Med Tv yên ziman de keda tevgera azadiya Kurdistan û Rêber Apo dive neyê jibîrkirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.