Rojnameya Ronahî

Kampanya “Navê min navê dayîka min e”

Kampanyeya “Navê min navê dayîka min e” ya sala 2018’an hatî despêkirin û niha ji aliyê rêxistina gel û geşepêdanan ve bi xebatên nû tê mezinkirin heta niha ji aliyê 27 parlementer û kesayetên naskirî ve hatiye imzekirin. 

 

Kampanya “Navê min navê dayika min e” 5’ê Kanuna sala 2018’an hatiye destpêkirin. Di kampanyayê de welatî daxwaza bi cihkirina zagona nîştîmanî ya hejmara 3 ya sala 2016’an dike. Armanca vê kampanyayê qeydkirina navê zarokan bi navê dayikê ye. Li gor zagona Îraqê zarok tenê bi navê bavê xwe tên qeyîdkirin û nasîn. Ger bavê zarokekê ne diyar jî be bi navê bavê xwe yê ne diyar tê qeydkirin. Li ser vê mijarê Rêxistina Xelk û Geşepêdanan a Başûrê Kurdistanê xebatek daye despêkirin û çarçoveya xebatên xwe yên kampanyayê li ser tura xwe ya civakî par kirin.

 

Di 3’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAÎŞ êrişî Şengalê kirin, zêdeyî 6 hezar jin û zarok hatin revandin û heta niha jî sê hezar ne diyar in. Jinên ji ber destdirêjiyê dû canî bûne û zarokên wana ji çeteyên DAÎŞ’ê ne nikarin zarokên xwe ser navê xwe qeyîd bikin. Zagona rizgarbûna jinên Êzidî 1’ê Adara 2021’an ji aliyê Encûmena Nuneran a Îraqê ve hate erêkirin û tê de tu rêyên ji bo yekalîkirina rewşa wan zarokan nînbû. Ji ber wê jî heta niha 4 hezar zarok bê nasname ne û ji ber nebûna nasnameyê ji mafê xwendinê bê par mane.

 

Li Şengalê xebat tê meşandin ku civaka Êzidî wan zarokan qebûl bikin û bejdarî nava civakê bibin. Heta niha projeya zagonek ji bo vê rewşê bê derxistin ji aliyê 27 perlementeran ve hatiye îmzakirin û di nava wan de Serokê Encûmena Nunerên Îraqê, Rêxistina Xelk û Geşepêdan, Rêxistina Netewê Yekgirtî, hunermend, zanîngeh û kesayetên Êzidî jî beşdarbûna ji bo zêdetir kampanya mezin bikin û bigihînin raya giştî.

 

JINHA