Wednesday, May 14, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

​​​​​​​Jinên bi Rêber Apo re civiyayîn: Bingehê Rêbertiyê danî ti kes nikare hilweşîne

20/02/2022
in Uncategorized
A A
​​​​​​​Jinên bi Rêber Apo re civiyayîn: Bingehê Rêbertiyê danî ti kes nikare hilweşîne
Share on FacebookShare on Twitter

Jinên bi Rêber Abdullah Ocalan re civiyayîn diyar kirin ku tişta li ser bingehê demokrasî, wekhevî û edaletê hatî danîn hilweşandina wî ne hêsan e û gotin, eger hezar sal jî derbas bibin, tişta Rêbertiyê ava kirî hilnaweşe. Jinan da zanîn ku Rêbertî li hemberî her gef û êrişê banga yekîtiyê li gel dikir.

 

Jina bi navê Zelûx Ebdo (49), beşdarî civîneke girseyî bûye ku Rêber Abdullah Ocalan sala 1995`an li Kolna Nîl ya Helebê hatibû lidarxistin.

Zelûx Ebdo diyar kir di wê civînê de komployên dewletên mezin ên li dijî hemû tevgerên rizgariyê yên Kurdan, bi taybet komployên di serdema Serokwezîra dewleta Tirk Tansu Çîller de ku desthilatdariya wê di navbera (1993-1995) de dewam kir, hatin nîqaşkirin.

Zelûx Ebdo bi bîr xist ku rêbertî di wê civînê de banga hişyarî û çognedanîna ji fermandarên dewleta Tirk re da, serhildana li hember hemleyên serokwezîra dewleta Tirk û têkbirina planên wê kir.

9`ê Cotmeha 1998`an nîşaneyên yekemîn ên komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan derketin holê ku hejmarek dewletên ewropî, herêmî û dewleta Tirk bi hevkariya PDK`ê tev lê bûn. Di encama vê komployê de rêber Ocalan neçar ma ku ji Rojhilata Navîn derkeve.

15`ê Sibata 1999`an rêber Abdullah Ocalan ji paytexta Kenya Naîrobî, hate revandin û radestî dewleta Tirk hate kirin. Ji ber vê yekê jî hêrseke gel berfireh çêbû. 15`ê Sibatê dîroka revandina rêber Ocalan bi roja reş di dîroka tevahî gelên azadîxwaz de tê naskirin.

 ‘BI HEVGIRTIN Û YEKITÎ HÊZÊN MEZIN WÊ TÊK BIÇIN‘

Di civîna ku Zelûx beşdarî wê bibû de, rêber Abdullah Ocalan pirsa çawaniya têkbirina dijmin û rêbazên ku planên dewleta Tirk ji bo tunekirina Tevgera Rizgariya Kurdistanê kir. Di wê demê de Zelûx wiha bersiva pirsa wî da: “Dema em yekitiya xwe ava bikin û her tiştê giran buha di oxira serxistina doza me de feda bikin, wê demê em ê plana dewleta Tirk têk bibin.”

Rêber Ocalan ev yek teqez kir û wiha axivî: “Bi rastî jî heger em bibin yek, em ê li hember hemû astengiyan bi ser bikevin. Tu hêz nikare me têk bibe.” Tevî ku demeke dirêj di ser wî civînê re derbas bûye, lê encamên wê heta niha li ser Zelûx û her kesê ku bi rêbertî re civiya ye, xuya dikin.

Têkildarî bandorên şoreşa rêber Abdullah Ocalan li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Zelûx Ebdo destnîşan kir ku tunekirina DAIŞ`ê ku xetertirîn rêxistin e û têkbirina wê di êrişa dawî ya li ser girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê de, bi saya serkeftinên rêber Ocalane ku banga hevgirtina hemû pêkhateyan, parastina destkeftiyan li hember çi êrişên li dijî projeya demokratîk, kir.

Girêdayî mijarê Zelûx Ebdo destnîşan kirin ku ji bilî şoreşa ku ji aliyê rêber Ocalan ve hate destpêkirin, hemû berxwedan û serhildanên li Kurdistanê negihiştin armancên xwe û wiha domand: “Berxwedana rêbertî bi revandina wî û girtina wî jî têk neçû, ji wê zêdetir hezkirina wî di nava gel de zêdetir bû, gelek kesan ji bo doza rizgariya gelan ku ji aliyê rêbertî ve hate pêşkêşkirin xwe feda kirin, gelek kes tev li hemleyên girava birçîbûnê bûn û gelek kesan çalakiyên fedayî pêk anîn û bi vê yekê nerazîbûn nîşanî komploya navneteweyî da”.

DU RÛYÊN HEMAN PEREYÎ NE

Zelûx Ebdo wiha domand: “Dewleta Tirk birçiyê xwînê ye. Li ser kuştina gelê Kurd dijî. Hemû xwestekên wê ew e ku çawa Tevgera Azadiya Kurdistanê têk bibe. Lê rastiya me bi mirovahiyê tê naskirin. Em zilmê ji kesê re naxwazin û em ê li hember wê bisekine”.

Komployên navneteweyî li dijî gelê Kurd ji destpêka revandina rêber Ocalan nasekinin. Zelûx Ebdo mînaka hovîtiya çeteyên DAIŞ`ê bi bîr xistin û got, sûcên wan mîna sûcên dewleta Tirk di salên 80`yî de ne û ev tişt anî ziman: “Tê bîra min dema ez 25 salî bûm, dewleta Tirk sûcên herî qirêj weke serjêkirinê dikir û wêneyên wê dikişandin. DAIŞ`ê jî niha heman rêbazî bikar tîne”.

ÇIMA JIN?

Zelûx Ebdo rêber Abdullah Ocalan wekî “Pêxemberê ku ronahî jê dibare” pênase kir û got, her çiqasî bixebitin nikarin mafê rêbertî bidin û wiha pêde çû: “Em ê şopdarên rêya wî bin û wesiyetên wî bi cih bînin heta ku em azadiya wî ya fîzîkî bidest bixin û Efrîn û hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin”.

Zelûx Ebod anî ziman ku rêber Abdullah Ocalan taybetmendî û girîngiyeke mezin daye jinê, ji ber ew ya ku zêdetir zerarê ji ber siyasetên binpêkirinê yên dewletên serdest dibîne û bi vê yekê gotina rêbertî “Jin çavkaniya jiyanê ye” bi bîr xist

Welatiya bi navê Fikret Mihemed di civînekê de ku di sala 1997`an de li herêma Suryan a nû ya Helebê lidar xist rêber Abdullah Ocalan dît. Li gorî Fikret Mihemed, armanc ji lidarxistina wê civînê ku nêrînên gel derbarê rewşa rêbertî de nas bikin, moralan bidin wî û Tevgera Azadiya Kurdistanê, nas bikin.

Fikret Mihemed destnîşan kir ku rêbertî çîroka xwe ji wan re vegot. Bûyerên ku di dema ragihandina şoreşê de pêk hatin bi bîr xist, hezkirin û destekdayîna gel girt û wiha axivî: “Ji zarokatiya xwe ve aşiqê welat bû, dixwest ku hezkirina welat bi havalên xwe bide nasîn.”

 ‘WELATÊ KU WELATÎ TÊ DE NE KOLE BE‘

Di wê civînê de nîqaş di navbera beşdaran de hate kirin. Fikret Mihemed ji rêbertî xwest ku gotegotên dijberên Tevgera Azadiya Kurdistanê ku dibêjin tevger li dijî îslamê ye zelal bike.

Rêbertî wiha bersiv da: ” Dema ez meleyê mizgeftê bûm min xwest ku maska li ser rûyê kesên ku banga Îslamê dikin û Qurana pîroz li gorî ajindeyên xwe bikar tînin, eşkere bikim. Ola Îslamê ji hovîtî û derewên wan dûr e. Ji ber Îslam banga wekhevî, edalet û hezkirinê dike.”

Fikret Mihemed her wiha diyar kir ku rêbertî îşaret bi girîngiya avakirina welatekî ku kes têde azad be û bi aştî û aramî bijî ne koleyê dewletê be, kir.

Fikret Mihemed her wiha nerazîbûn nîşanî hewldanên dewletên komploger ên bi armanca çewisandina statuya Kurdî û nasnameya wê û wiha axivî: “Dewleta Tirk texmîn dike ku bi girtina rêbertî serî û laş ji hev qut kiriye û berxwedanê dê bidawî bike. Lê ew di vî alî de şaş e. Em ê bangên ji bo mafên xwe nerawestînin”

 ‘DIVÊ XEBAT RAST Û BAŞ BE‘

Her wiha welatiya bi navê Emîne Şêx ku sala 1995`an di civînekê li herêma Suryana nû ya bajarê Helebê de rêber Ocalan dît. Emîne Şêx destnîşan kir ku wê nizanîbû ku rêbertî dê beşdarî civînê bibe, lê dema ku rêbertî dît nikaribû kêfxweşiya bîne ziman.

Emîna Şêx got, di civînê de beşdarekî hevalê xwe rexne kir, rêbertî bi vî awayî bersiva wî da: “Armanc ne tenê xebat e. Tevahî cîhan dixebite. Divê xebat rast û baş be da ku encamên baş jê were girtin”

Amîna Şêx cesaret û heybeta rêber diyar kir û wiha got: “Dema me rêbertî dît, hestên me yên kêfxweşiyê gur bûn. Ew tişteke weke xewnekê bû.”

Di wê civînê de rêber Abdullah Ocalan nasnameya dewleta Tirk ku bi kuştin, komkujî û qirkirinên li dijî gel û neteweyan tê naskirin eşkere kir û wiha digot: “Di serdema Osmanî de komkujî li dijî Kurdan hate kirin. Dewleta Tirk vê senaryoyê careke din dûbare dike.”

Emîne Şêx wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dixwazin bi girtina rêberê me me tune bikin. Lê em teslîm nebûne û nabin. Ji ber ku rêbertî bingehek ava kir ku heger hezar sal jî derbas bibin nayê hilweşandin û ji ber em wesiyetên wî dişopînin. Kesê ku hêz daye me tu hêz li cîhanê nikare wê bişkîne”

ANHA


Post Views: 32
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Zanîngeha Kurdî wê gaveke guhêrbar ji perwerdeya Kurdî re bafirîne’
ÇAND Û HUNER

‘Zanîngeha Kurdî wê gaveke guhêrbar ji perwerdeya Kurdî re bafirîne’

13/05/2025
Li Zanîngeha Rojava bi boneya roja Zimanê Kurdî panêlek hate lidarxistin
NÛÇE

Li Zanîngeha Rojava bi boneya roja Zimanê Kurdî panêlek hate lidarxistin

13/05/2025
Dîroka qirkirina gelê Kurd Serhildana Agirî û Geliyê Zîlan (1)
NÛÇE

Dîroka qirkirina gelê Kurd Serhildana Agirî û Geliyê Zîlan (1)

13/05/2025
Erkdarkirina Hatim Ebû Elşeqra bi daxuyaniyek hat şermezarkirin
NÛÇE

Erkdarkirina Hatim Ebû Elşeqra bi daxuyaniyek hat şermezarkirin

13/05/2025
Ji tifengê ber bi demokrasiyê: Ravekirina kongreyên PKK`ê
ROJEV

Ji tifengê ber bi demokrasiyê: Ravekirina kongreyên PKK`ê

13/05/2025
Partiya Şehîdan  PKK
ROJEV

Partiya Şehîdan PKK

13/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.