Kargeha mast û penîr ya yek li herêma Tebqa, berhemên xwe li sûkên bajêr belav dike û derfetên kar zêde dike.
Yekane kargeha mast û penîr a li herêma Tebqayê, berhemên xwe li sûkên Tebqayê belav dike û derfetên kar zêde dike. Bi ber vê yekê, kirrîna ji derve kêm dibe.
Beriya 2 salan Mihemed El-Elî li bajarê Tebqayê yekemîn kargeha mast û penîr vekir. Li kargehê nivişk, mast, penîr bi her cûreyê wê û rûnê sewalan tê çêkirin û li bazarên herêmê tên firotin.
Mihemed El-Elî xwediyê kargehê, got: “Di demên dawî de li bazara Tebqayê xwestek ji bo mast û cûreyên wê zêde ye.”
El-Elî destnîşan kir ku kargeh pirr dixebite: “Her cureyê şîr û penîr çêdike. Ev kargeha yekemîn e ku li bajarê Tebqa û gundewarên wê, wan madeyan derdixe û dide bajarên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”
Xwediyên kargehên wiha piçûk hewl didin hilberînên xwe li bazara herêmê bi cih bikin, bi wê re şêniyên herêmê pê debara xwe bikin, ji ber ku kargeh şîr ji xwediyên pez dikirin.
Herêma Tebqayê jî bi xwedîkirina pez tê naskirin, lewma girîngiyê didin avakirina projeyên wiha.
Li kargehê 5 mêr û 3 jin dixebitin, rojane 600 lître şîr ji gundewarên Tebqayê dikirin. Rojane derdora 40 kîlo penîr, 40 qerîşe û 20 kîlo rûnê sewalan û nivişk derdixe.
El-Elî diyar kir ku kargeha wî hewcedariyên bazarê peyda dike, ji ber ku gelek xwaringeh berhemên kargehê dikirin û got, divê piştgiriya projeyên pîşeyî yên taybet û giştî were kirin, da ku hilberîn baştir bibe, di heman demê de rê li pêşiya kirîna madeyan ji derve were girtin û derfetên kar li herêmê zêde bibin.
ANHA