Wednesday, May 14, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

​​​​​​​Nexweşiya echinococcus granulosus li nav pez belav bûye

13/02/2022
in Uncategorized
A A
​​​​​​​Nexweşiya echinococcus granulosus li nav pez belav bûye
Share on FacebookShare on Twitter

Li Tirbespiyê nexweşiya echinococcus granulosus di nava pez de belav bûye. Bijîşkên beyterî hişyarî dan û gotin  ev nexweşî digihe mirovan jî

FacebookTwitterWhatsAppTelegram

Hişkesaliya par a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû sedema kêmbûna êm û çêregehê û derketina nexweşiyan di nav sewalan de.

Bijîşkên beyterî yên li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo diyar kirin ku di vê dawiyê de gelek pez bi nexweşiya echinococcus granulosus ketine. Ew nexweşî ji kurmikê ku dirêjahiya wê 7 mm derbas nake çêdibe.

Li gorî pisporan, rêbaza vegertina nexweşiya echinococcus granulosus ew e ku dema kuçikek goştê bi parazît nexweş  bixwe mîna (kezeba mihê nexweş) ew parazît dibe kurmikek mezin di mîdeya kûçik de. Ev kurm hêkan dike û bi pîsiya kûçik re derdikeve derve. Dema gîha bi van hêkan qirêj dibe, ew derbasî mîdeya zindiyên ku van şînkayan dixwin dibe mîna mih an jî mirov. Ew hêk dibin parazît û bi xwînê re diçin kezeb an jî pişik an jî gurçikan û di wir de dimîne û weke tûrekî mezin dibe. Di hundirê wî tûrî de bi hezaran parazîtên biçûk hene.

Heke ya gîhayê qirêj xwariye mih be, wê demê ger hat serjêkirin û kûçik ji wê gotşê xwar dê pêketiyê parazît be û ew jî jiyana xwe di laşê kûçik derbas bike û her wiha.

‛Sedema derketina pêketiyên echinococcus granulosus li herêmê’

Bijîşkê beyterî Heval Yûsif ku di klînîka xwe de zêdetirî 20 mihên bi echinococcus granulosus ketine tomar kiriye, wiha got: “Ev nexweşî di salên borî de dihat dermankirin û nedigihaşt xirabbûna kezebê bi giştî û çêbûna hejmareke mezin a tûrikan. Lê belê bi mijûlbûna xwediyên pez bi dabînkirina êm ku ji ber ziwabûnê kêm bûye û paşguhkirina dayîna dermanan ji pez re, her wiha dûrketina ji bernameya parastina beyterî ev nexweşî pêş ket û di nava keriyên pez de zêde bû.”

Yûsif da zanîn ku mirov jî bi wê nexweşiyê dikeve, ew yek jî bi rêya xwarina goştê pezê nexweş çêdibe û wiha domand: “Li cem mirov bi navê nexweşiya bêdeng tê binavkirin. Dibe ku ferdek bi salên dirêj nexweş bibe û pê nehese. Piştî tûrik di kezebê de mezin dibe û diwerime pê dihese.”

Li gorî Heval Yûsif, heke mirov bi wê nexweşiyê ket li gel wî tûrik di kezeb, mîde û pêrşanê de çêdibin û piştî mezinbûna tûrikan û teqandina wê xuya dibe. Di encamê de divê emeliyet bike heta jê rizgar bibe.

Çawaniya parastinê

Bijîşk Heval Yûsif da zanîn ku zehmet e ev nexweşî di klînîkê de were tespîtkirin, lê pêdiviya wê bi testan heye û ev tişt got: “Lê dema pezê nexweş tê serjêkirin, ev nexweşî li ser kezebê baş xuya dike. Di vir de divê ev ajal were şewitandin û nabe were veşartin an jî avêtin. Da ku nexweşî belav nebe.”

Dibe ku hêkên parazît di erdê de bimînin û dema zindiyek bixwe ew pê dikeve û di kezeb û hundir orgenînan de zêde dibe û bi wê yekê careke din kurmik dewreya jiyana xwe temam dike.

Yûsif behsa hin rêbazên parastinê ji vê nexweşiyê kir û got divê sebze beriya xwarinê were şûştin, girîngiyê bidin paqijiya kesayetî, divê kûçikên malan werin dermankirin, her wiha kuçikên beredayî jî werin dermankirin, cihên serjêkirinê werin paqijkirin û mihên nexweş werin dûrxistin û ev tişt anî ziman: “Divê çavdêriya beyterî li pez were aktîfkirin.”

Bijîşkê beyterî Heval Yûsif li dawiyê got hin dermanên baş hene ku divê ji kûçikan re werin bikaranîn mîna bendazole û ji pez re Rifamisil û Rafoxanide werin bikaranîn. Lê piştî lêvegera bijîşkê beyterî divê ew derman werin bikaranîn.

ANHA

Post Views: 37
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Zanîngeha Kurdî wê gaveke guhêrbar ji perwerdeya Kurdî re bafirîne’
ÇAND Û HUNER

‘Zanîngeha Kurdî wê gaveke guhêrbar ji perwerdeya Kurdî re bafirîne’

13/05/2025
Li Zanîngeha Rojava bi boneya roja Zimanê Kurdî panêlek hate lidarxistin
NÛÇE

Li Zanîngeha Rojava bi boneya roja Zimanê Kurdî panêlek hate lidarxistin

13/05/2025
Dîroka qirkirina gelê Kurd Serhildana Agirî û Geliyê Zîlan (1)
NÛÇE

Dîroka qirkirina gelê Kurd Serhildana Agirî û Geliyê Zîlan (1)

13/05/2025
Erkdarkirina Hatim Ebû Elşeqra bi daxuyaniyek hat şermezarkirin
NÛÇE

Erkdarkirina Hatim Ebû Elşeqra bi daxuyaniyek hat şermezarkirin

13/05/2025
Ji tifengê ber bi demokrasiyê: Ravekirina kongreyên PKK`ê
ROJEV

Ji tifengê ber bi demokrasiyê: Ravekirina kongreyên PKK`ê

13/05/2025
Partiya Şehîdan  PKK
ROJEV

Partiya Şehîdan PKK

13/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.