Wednesday, May 14, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Dêrazorê ji 6 hezar û 500 donim zevî av hat peydakirin

13/02/2022
in Uncategorized
A A
Li Dêrazorê ji 6 hezar û 500 donim zevî av hat peydakirin
Share on FacebookShare on Twitter

Piştî xebata 7 mehan, Gerînendeya Çandiniyê ya Hecînê xebata sererastkirina du pompeyên avê li gundê El-Behra û Xeranîc bi dawî kir. Pompe avê dide 6 hezar û 500 donim zeviyên çandiniyê.            

Piraniya şêniyên gundewarê rojhilatê Dêrazorê bi çandiniyê debara jiyana xwe dikin, lê ziyanên ku çeteyên DAIŞ’ê gihandine pompeyên avdanê li herêmê, bandoreke neyinî li çandiniya herêmê kir.

Piştî rizgarkirina gundewarê rojhilatê Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ’ê, Komîteya Çandiniyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê pompeyên avdanê sererast kir.

Komîteya Çandiniyê ya Hecîn ji sala borî ve her du pompeyê yên li gundê Xeranîcê û yekemîn pompeya li gundê El-Behra sererast kir û di destpêka meha Sibatê ya 2022’an de xebatên xwe temam kirin.

Her wiha du pompeyên mêrdînê û ya Xerbî di sala 1994’an de hatibûn çêkirin û her pompek bi qasî hezar donim dabîn dike, lê di dema kontrolkirina çeteyên DAIŞ’ê de li herêmê hate rûxandin.

Serokê Şaxê Komeleyan a Gerînendeya Çandiniyê ya bajarokê Hecîn Xelîl El-Mihemed got werşeyên teknîkê alavên kevn  ên ji kar derketibûn sererast kirin.

Xelîl  El-Mihemed wiha lê zêde kir: “Me boriyên kevn bi boriyên nû veguherandin, me taranseke nû yê kerebeyê bi hemû kelûpelan ve û 6 stûnên ronahiyê danîn, her wiha du odeyên xizmetguzariyê yên her du pompeyan sererast kirin.”

El-Mihemed diyar kir ku her du pompe di destpêka vê mehê de ketin xizmetê. Her wiha anî ziman ku pompe avê dide 6 hezar û 500 donim ku berê her pompeyekê tenê hezar donim av dida.

Xelîl El-Mihemed diyar kir ku daketina asta ava çemê Firatê bû sedema kêmbûna çandiniyê li herêmê bi giştî û berdewamiya daketina asta avê dê êşên cotkarên herêmê zêdetir bike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di plansaziya sala 2022’an ya Gerînendeya Çandiniyê ya Komîteya Çandiniyê ya Meclisa Dêrezorê de sererastkirina 7 pompeyên avê li gundewarên rojhilatê Dêrezorê heye.

ANHA

Post Views: 32
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Zanîngeha Kurdî wê gaveke guhêrbar ji perwerdeya Kurdî re bafirîne’
ÇAND Û HUNER

‘Zanîngeha Kurdî wê gaveke guhêrbar ji perwerdeya Kurdî re bafirîne’

13/05/2025
Li Zanîngeha Rojava bi boneya roja Zimanê Kurdî panêlek hate lidarxistin
NÛÇE

Li Zanîngeha Rojava bi boneya roja Zimanê Kurdî panêlek hate lidarxistin

13/05/2025
Dîroka qirkirina gelê Kurd Serhildana Agirî û Geliyê Zîlan (1)
NÛÇE

Dîroka qirkirina gelê Kurd Serhildana Agirî û Geliyê Zîlan (1)

13/05/2025
Erkdarkirina Hatim Ebû Elşeqra bi daxuyaniyek hat şermezarkirin
NÛÇE

Erkdarkirina Hatim Ebû Elşeqra bi daxuyaniyek hat şermezarkirin

13/05/2025
Ji tifengê ber bi demokrasiyê: Ravekirina kongreyên PKK`ê
ROJEV

Ji tifengê ber bi demokrasiyê: Ravekirina kongreyên PKK`ê

13/05/2025
Partiya Şehîdan  PKK
ROJEV

Partiya Şehîdan PKK

13/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.