Wednesday, May 14, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Nûredîn Şakir: Edalet bingehê avakirina civakê ye

13/02/2022
in Uncategorized
A A
Nûredîn Şakir: Edalet bingehê avakirina civakê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Darîn Silê/Qamişlo

Meclisa Edaleta Civakî ya herêma Cizîrê bi dirûşma `Pêkanîna Edaleta Civakî, Misogeriya aramiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e` 10’ê Sibatê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişlo konfransa xwe ya 3`yan li dar xist.

Li gorî sîstema Edaleta Civakî her du salan carekê Meclisa Edaletê konfransa xwe li dar dixe. Konfransa Meclisê ya yekê 2016`an hatibû lidarxistin. Di 2018’an de jî bi dirûşma `Heqîqet Armanca Me Ye û Edalet Rêya Me Ye` konferansa meclisê ya duduyan hat lidarxistin. Lê ji ber rewşa nexweşiya Korona, herwiha êrişên li herêmê tên kirin konfransa 3`yan salekê dereng ma û 10`ê Sibatê hat lidarxistin. Di konfransê de Rêveberê Komîteya Lihevkirinê ya meclisa Edaletê ya herêma Cizîrê Nûredîn Şakir ji me re axivî.

Nûredîn da zanîn ku armanca wan ya lidarxistina konfransê, sererastkirina Edaletê bi giştî ye û axaftina xwe wiha domand: “Ji bo nûkirina kar û xebata meclisê em her du salan carekê konfransa xwe li dar dixin. Tê de tevayiya kar û xebata giştî nîqaş dikin û hilbijartinên nû çêdibin. Herwiha nêrînên kesên hazir digirin û di dawiyê de biryarên girîng û baştir derdikevin holê. Lewra di karê sê salan de gelek kêmayî û pirsgirêk derdikevin, bi taybetî di milê Edaletê de gelek pirsgirêk çêdibin. Ji bo wê jî konfrans cihê çareseriyê ye, tê de biryar tên girtin û daxwazên gel tên guhdarîkirin. Divê Edalet sererast be. Çimkî edalet bingehê avakirina civakê ye, eger edalelet tinebe wê civak jî bêbingeh be.”

`Guhertina fikir ji pêkanîna zagonan girîngtir e`

Nûredîn bîr xist ku fikir û felsefeya Edaleta Civakî ya bakur û rojhilatê Sûriyê ji Edaletên Navneteweyî cuda ye û ev xal li axaftina xwe zêde kir: “Em ne weke dewletan difikirin ku zagonan daynin û li ser wan zagonan kesên sûcdar ceza bikin. Ev rêbaz şaş e. Çiqas ew kes sûcê wî giran be jî, lê armanca me ne zagon û dadgeh e, armanc guhertina fikir e. Di mûhakemekirinê de jî ne dadger tenê, divê civak jî tevlî biryaran bibe. Ji bo wê jî em naxwazin bi zagonan tenê sûc û mijarên heyî çareser bikin. Çimkî ev ne rêbazeke zanist û edaletê ye.”

Nûredîn got, her sê salên dawî gelek doz ji bo me hatin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dozên herî zêde dihatin yên lihevkirinê bûn. Yên din jî weke çandinî, ticaret, avakirina xaniyan, kuştin, yên erebeyan û malbatî bûn. Nêzî 27 hezar û 591 dozên lihevkirinê hatin, ji wan 23`ê hezar û 712 doz hatin çareserkirin. Dozên bi giştî jî nêzî 35 hezar û 236 bûn ji wan 29 hezar doz hatin çareserkirin. Yên nayên çareserkirin em dişînin dadgehê û li wir çareserî ji wan re tê dîtin.”

Nûredîn Teqez kir ku jin pêşenga vê civakê ye û wiha got: “Şoreşa Rojava bi navê jinê hatiye avakirin. Ji bo wê jî dijmin her tim êrişî jinê dike û desthilatdariya xwe li ser wê dimeşîne. Di van salan de gelek sûcên li dijî jinan hatin kirin. Jixwe têkiliyên me bi saziyên jinê re hene. Dozên ku li Mala Jinê neyên çareserkirin, tên gel me. Zagonên hereketa jinê li gor xwesweriya wê tên dayîn. Lewra taybetmendiyên jinê tê de tên berçavgirtin. Lê mixabin zihniyeta desthilatdar her tim dixwaze va zagonan bişkîne û bêwate bike.”

‘Komplo û tecrîd li dijî edeleta mirovayiyê ye’

Rêveberê Komîteya Lihevkirinê ya meclisa Edaletê Nûredîn di dawiyê de ji bo komploya navnetewî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan jî wiha got: “Mixabin mirovê xwediyê Edaletê 23`ê sal in komplo li ser tê meşandin. Tecrîda ku li ser rêbertiyê tê kirin ti rûyê heq û edaletê jê re nîne. Dewleta Tirkî ya Dagîrker pîvanan ji qanûnên navnetewî esas nagire. Tirkiyê hebûna xwe di tinebûna Kurdan de dibîne. Ji bo wê jî emê hewl bidin ku edalet pêk were, da Rêbertî fîzîkî azad bibe. Wek Meclisa Edaletê em bi gelek pêngavên ji bo azadiya Rêber Apo rabûne. Emê pêngavên xwe dewam bikin û têkoşîna edaleta xwe xurtir bikin.”

Biryarin Konferansê

Li gorî Konferansa 3`yan 19 endamên meclisa giştî ya Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Cizîrê hatin hilbijartin û biryarên girîng hatin dayîn.

– Ji bo civakeke exalqî û demokratîk were avakirin û pêşxistin, pêngavên perwerdeyê yên fikirî, çandî û zanistî werin vekirin.

– Li gorî rêgezên edaleta civakî, pirsgirêk bi awayekî rêxistinkirî, zanistî û pêşketî werin çareserkirin.

– Ji bo pêşxistina xebatê, kadroyên pispor werin amadekirin.

-Bi tevayiya saziyên civaka sivîl yên têkîldar re xebat were kirin da ku fikir û felsfeya edaleta civakî pêş bikeve.

-Divê komîteyeke akademîk ya pispor were avakirin da ku sedemên sûcan û cezayan lêkolînê bike, reformê pêk bîne û ji nû ve wan tev li civakê bikin.

-Komîteyên lihevkirinê bi rêya perwerdeyê werin pêşxistin.

– Kadroyên dadwerî di aliyê fikirî û qanûnî de li gorî pisporan werin perwerdekirin.

-Tevayiya kadroyên edaletê beşdarî perwerdeyên akademîk bibin.

-Komîteyeke hiqûqî ya pispor were avakirin da ku xebatên saziyên têkildar bişopîne.

-Di navbera saziyên edaletê û meclisên Rêveberiya Xweser de xebateke hevpar ji bo çareserkirina pirsgirêkan were meşandin da ku pirsgirêk bi lez werin çareserkirin.

Post Views: 35
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Zanîngeha Kurdî wê gaveke guhêrbar ji perwerdeya Kurdî re bafirîne’
ÇAND Û HUNER

‘Zanîngeha Kurdî wê gaveke guhêrbar ji perwerdeya Kurdî re bafirîne’

13/05/2025
Li Zanîngeha Rojava bi boneya roja Zimanê Kurdî panêlek hate lidarxistin
NÛÇE

Li Zanîngeha Rojava bi boneya roja Zimanê Kurdî panêlek hate lidarxistin

13/05/2025
Dîroka qirkirina gelê Kurd Serhildana Agirî û Geliyê Zîlan (1)
NÛÇE

Dîroka qirkirina gelê Kurd Serhildana Agirî û Geliyê Zîlan (1)

13/05/2025
Erkdarkirina Hatim Ebû Elşeqra bi daxuyaniyek hat şermezarkirin
NÛÇE

Erkdarkirina Hatim Ebû Elşeqra bi daxuyaniyek hat şermezarkirin

13/05/2025
Ji tifengê ber bi demokrasiyê: Ravekirina kongreyên PKK`ê
ROJEV

Ji tifengê ber bi demokrasiyê: Ravekirina kongreyên PKK`ê

13/05/2025
Partiya Şehîdan  PKK
ROJEV

Partiya Şehîdan PKK

13/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.