SOHR`ê ragihand ku komên girêdayî Îranê, piştî ku hêzên alîgirên Rûsyayê ji herêmê vekişîn, nuqteyên leşkerî li gundê Xirbet Hedle yê li nêzî balafirgeha leşkerî ya Tebqayê ava kirin.
FacebookTwitterWhatsAppTelegram
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) komên girêdayî Îranê piştî ku hêzên alîgirên Rûsyayê ji herêmê vekişîn balafirgeha leşkerî ya Tebqayê, nuqteyên leşkerî li gundê Xirbet Hedle yê li nêzî balafirgeha leşkerî ya Tebqayê ava kirin.
Komên girêdayî Îranê li wê herêmê bendên axî ava kirin û nuqteyên xwe asê kirin. Lê heta niha sedemên sereke yên vê yekê nayê zanîn ku cara yekemîn e hêzên Îranê li herêmê bi cih dibin.
Hêzên girêdayî Feyleqê 5`an ku Rûsya desteka wan dike, beriya çend rojan ji nuqteyên xwe yên li beyara li rojavayê Reqayê vekişîn balafirgeha leşkerî ya Tebqayê ku di bin kontrola Rûsyayê de ye.
ANHA