Li paytexta Efganistan Kabûlê, cenazeyê jineke 37 salî û 2 keçên wê yên 9 û 13 salî hatine qetilkirin, hat dîtin.
Li Efganistanê jin di hedefê de ne. Piştî ku Talîbanê rêveberiya welêt bi dest xist, zextên li ser aktîvîstên parêzvanên mafên jinan zêde bûn, nûçeyên binçavkirin, revandin û kuştinê jî nesekinîn. Cenazeyê jineke 37 salî ku tê diyarkirin xebatkara berê ya girêdayî Wezareta Çandê ya Efganistanê bûye, bi du keçên xwe ve bi çekê hatine qetilkirin, hat dîtin.
Hat ragihandin ku di qetlîama ku li taxa Alauddîn a Kabîlê hat kirin de jina bi navê Eidiam Obeydî hedef bûye û her du keçên wê jî hatine qetilkirin. Tgotin ku jina ciwan beriya ku Talîban dest deyne ser rêveberiyê, di beşa fînans û muhasebe ya Wezareta Çandê de dixebitî ye û di heman demê de perwerdehiya xwe li zanîngehê jî berdewam dikir.
Her wiha hat diyar kirin ku Eidiam Obeydî dayika 6 zarokan e û piştî mirina hevjînê xwe hemû barê malbata xwe hilgirtiye ser milê xwe.
Rayedarên Talîbanê derbarê komkujiyê de hîn tu daxuyanî nedan.
JINHA