Darîn Silê/Qamişlo
Meclisa Edaleta Civakî ya herêma Cizîrê bi dirûşma `Pêkanîna Edaleta Civakî, Misogeriya Istiqrara Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e` îro saet 9`an li navenbda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo konfransa xwe ya 3`yan li dar xist.
Di konfransê de nêzî 400 delege, nûnerên Rêveberiya Xweser ya herêma Cizîrê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Kongra Star, Meclisa Sûriya Demokratîk, saziyên sivîl û yên civakî, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, beşdar bûn.
Konfrans bi deqeyeke rêzgirtinê li ser giyanê şehîdan dest pê kir. Piştre hevseroka Meclisa Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rîma Berakat, xêrhatina tevayiya beşdaran kir û wiha got: “Emê îro bi armanca nirxandina xebatên Meclisa Edaletê yên 3 salan, nêrîn, raman, pêşniyar û dîtina çareseriyan ji bo pêşxistina sîstema edaleta civakî û misogerkirina istiqrara saziya edaletê, bînin ser ziman. Qonaxa ku niha herêma me tê re derbas dibe gelekî girîng e. Ev qonax li ser astên siyasî û ewlehî pir zehmete. Çimkî em di rewşeke awarete de ne, rojane êriş li ser me tên kirin. Herî dawî dewleta Tirkî ya dagîrker xwest bi zindîkirina DAIŞê li herêmên me tevlîheviyek çêke, Herwiha projeya Rêveberiya Xweser û destkeftiyên demokratîk, jiyana hevbeş û biratiya gelan têk bibe.”
Rîma Berakat da zanîn ku divê hê zêdetir têkoşîn were kirin û axaftina xwe wiha qedand: “Di vê qonaxê de, divê em bêtir bixebitin da ku bingehên saxlem yên saziyên edaleta civakî deynin. Lewra ev bingeh wê mafên endamên civakê biparêze, sûcan tine bike û wê sedemên wan sûcan çareser bikin û edaletê pêk bîne.”
Piştî axaftina Rîma perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan yên li ser girîngiya edaleta civakî, herwiha rapora kar û xebata Meclisê ya 3`ê salên dawî hat xwendin û nîqaşkirin.
Hêjayî bîranînê ye ku, di 30’ê Mijdarê 2018’an de li navenda Aram Tîgran ya Çand û Hunerê ya li bajarokê Rimêlan bi dirûşma “Heqîqet Armanca Me Ye û Edalet Rêya Me Ye” konferansa duduyan Ya Meclisa Edaletê hatibû lidarxistin û tê de 27 endam ji bo rêveberiya Meclisa Edaleta Civakî hatibûn hilbijartin. Niha di dawiya konferansa sisiyan de, dê hevserokatiya nû ya Meclisa Edaleta Civakî li herêma Cizîrê û endamên Meclisa Giştî werin hilbijartin û daxuyaniya dawî were dayîn.