Wednesday, May 14, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

KONGRA-GEL: Em dikarin sala 2022’an bikin sala hilweşandina faşîzmê.

10/02/2022
in Uncategorized
A A
KONGRA-GEL: Em dikarin sala 2022’an bikin sala hilweşandina faşîzmê.
Share on FacebookShare on Twitter

KONGRA-GEL di daxuyaniyê de bîrxist ku Komploya navnetewî û qirkirina sed salî ya Kurdan rasterast bi hev re têkildar in û banga gel kir ku sala 2022’an bikin sala azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan.

Dîwana Hevseroktiyê ya KONGRA-GEL di daxuyaniya niviskî de got, ”Em gel û Tevgera Azadiyê sala 23’yan de  hemû dewlet û hêzên ku di nav komploya navnetewî de cih girtine bi hêrs û kîneke mezin şermezar dikin. Ev hêzên têkildar di wijdanê gelê me û mirovahiyê de sûcdar in û mehkûm in. Heta ku Rêber Apo ji hêla fizîkî ve azad bibe, em ê hesabê komployê ji wan bipirsin.”

Di daxuyaniyê de bi berdewamî wiha hate gotin:

”Bi wesîleya sala 23’yan a komployê em hemû şehîdên xwe yên ku bi dirûşma ”Hûn nikarin roja me tarî bikin” li dora Rêber Apo bûne mertalê ji êgir û pêşengî li têkoşîna pûçkirina komployê kirin bi hezkirin û minet bi bîr tînin, li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînin. Em dîsa ji şehîdan re sond dixwin em ê azadiya fizîkî ya Rêber Apo bi teqezî bi cih bînin.

Komploya navnetewî ku di şexsê Rêber Apo de dixwaze hêviya azadiyê ya Kurd tine bike, rûyê qirker, kirêt, zalim, li ser esasê berjewendiyên modernîteya kapitalist ku dikare her cure neqenciyê bike, derxist holê. Komploya navnetewî û qirkirina sed salî ya Kurdan rasterast bi hev re têkildar in.

Dorpêça qirkirinê hate şkandin

Hêzên serwer ku peymana Sykes-Pîcotê danîn, berpirsê plana qirkirina sedsalî ya Kurdan û sûcdarên wê ne. Hîmê netew-dewleta Tirk ku xwe li ser înkar û îmhaya Kurdan ava kirî jî, ev peyman e. Bi vê sedemê ye ku modernîteya kapîtalîst li dijî serhildanên Kurdan destek dide dewleta Tirk.

Rêber Apo û PKK  li dijî wê plana ku Kurdan li her qada jiyanê ji hêz bixin û tine bikin, ji bo hemandin û berevaniya Kurdan derketin ser qada dîrokê. Li dijî kemîna qirkirina li ser Kurdan bersiveke dîrokî ye.

Rêber Apo û PKK mudahleyî wê rastiya Kurd kirine ku bi desteka modernîteya kapîtalîst a li dewleta Tirk hatî çewisandin, têkbirin, hêviyên wê hatine şikandin, parçekirin, teslîmî dijmin bûyî, bi têkoşoîneke bêhempa ev rastî berevajî kirine. Ev rastiya gel a ku bi pêşengiya rihê milîtanên Apoyî ji nû ve hatî afirandin, dorpêça qirkirina li ser Kurdan hate şikandin.

Hêzên serwer ku tirsiyan planên wan ên herêmî pûç bibin, li gel desteka ku dane dewleta Tirk jî,  ji ber ku nekarîn şoreşa gel a Rêber Apo û PKK’ê asteng bikin, rasterast ew ketin dewrê. Xwestin ku Rêber Apo yê ku plana wan a sed salî xira kirî, gelê ku ji hêz xistin, ne xwedî vîn rakirî ser piyan û kirî hêzeke herêmî, bi komployê tine bikin.

Ji wan weye ku Rêber Apo teslîmî dewleta Tirk bikin wê bigihijin armanca xwe. Komploya navnetewî bû sedem ku Rêber Apo têkiliya di navbeyna modernîteya kapîtalîst û qirkirina Kurdan de bi berfirehî bibîne û li paradîgmaya modernîteya demokratîk a alternatîfê modernîteya kapîtalîst hûr bibe.

Ti hêz nikare vîna gelê Kurdistanê bşkîne

Li gel komploya navnetewî û şertên Imraliyê jî, Rêber Apo bi paradîgmaya azadiyê di serî de ji bo gelê Kurdistanê û herêmê ji bo hemû mirovahiya pêşverû, jinan, dilxwazên azadî û demokrasiyê bûye hêvî. Bi rabûna paradîgmayî ya Rêber Apo re dorpêça li ser Kurdan hatiye şikandin. Êdî ti hêz nikare bîreweriya azadiyê û vîna gelê Kurdistanê bişkîne.

Komplo hate pûçkirin lê dîsa jî lê radiwestin ku bidomînin. Tecrîda li Imraliyê, polîtîkayên li ser gelê me û hêzên demokrasiyê, li dijî gerîla bikaranîna çekên kimyewî, êrîşên li ser Mexmûr û Şengalê, herî dawî jî bêdengiya saziyên navnetwî û dewletan a li dijî êrîşa DAÎŞ’ê ya li Hesekê, encamên girîng ên vê şoreşê ne.

Temenê faşîzma AKP-MHP’ê êdî nikare were zêdekirin

Faşîzma dewletî ya Tirk bi desteka ku ji hêzên modernîteya kapîtalîst standî, hê jî li ser dijminatiya Kurdan radiweste. Lê di qonaxa berdest de gelê me û hêzên demokrasiyê ketina pêvajoya azadiyê ya jêneveger. Ti tişt nikare hilweşîna faşîzmê rawestîne. Ne bi temamî teslîmbûna PDK’ê ya li ber dewleta Tirk, ne şertên navxwe û derve nikarin temenê faşîzma AKP-MHP’ê zêde bikin.

Faşîzm li ber hilweşandinê ye. Em gel û hêzên demokrasiyê bi rihê seferberiyê ku li serfiraziyê asê bûyî, em dikarin sala 2022’an bikin sala hilweşandina faşîzmê. Faşîzm bi tirsa hilweşandinê vê pêvajoyê êrîşên xwe giran kiriye. Gelê me û dostên me divê zêdetir berê xwe bidin vê, fersendê bi dest ve neyînin ku faşîzm temenê xwe zêde bike û zûtir wê hilweşîne.

Bi azadiya fizîkî ya Rêber Apo ku sembola azadiyê û lîderê gelê me û mirovahiya pêşverû, plana modernîteyê ya qirkirina Kurdan bi temamî wê were pûçkirin. Ji ber ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo tê maneya azadiya gelê me û gelên ku em bi hev re dijîn û hemû pêkhateyên demokrasiyê. Tê maneya ku li tevahiya her^meê li ser hîmê azadiya jinê bîreweriya civakî ya demokratîk û ekolojîk geş bibe û bibe xwedî sazûmanî.

‘Divê em sala 24’an bikin sala azadiya fizîkî ya Rêber Apo’

Em salvegera 23’yan a komploya navnetewî li hemû qadên ku em lê ne, bi rengekî geş û karîger protesto bikin. Bi çalakiyê nxwe raya giştî ya xurt çêbikni. Em faşîzma dewletî ya Tirk û hêzên modernîte ku destekê didin wan teşhîr bikin.

Em dikevin sala 24’an a komployê. Gelê me, hêzên demokrasiyê û dostên me yên enternayonal, em bi hev re, bi rihê seferberiyê  pêngava ‘dema azadiyê” geş bikin û sala 24’an a komployê bikin sala azadiya fizîkî ya Rêber Apo.

Ji vê çarçoweyê gelê me, jin û ciwnan, hevrêyên xwe yên enternasyonalîst ku ji hemû welatan ji bo ku komployê şermezar bikin tevlî meş û mîtîngan dibin jidil slav dikin.

Her kesê ku bi coşî û kelecaniya ku ji bo di nav şertên azad de bi Rêber Apo re bigihijin hev, di nav vê pêvajoya têkoşîna dîrokî de cih digriin slav dikin, serkeftina mezin ji wan re dixwazin.”

Post Views: 35
ShareTweetPin

Herî Dawî

AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE
HAJMARA PDF

AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE

14/05/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

14/05/2025
Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin
ÇAND Û HUNER

Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin

14/05/2025
Hemû cureyên wêjeyê dinivîsin yekê jî nabin serî
QUNCIK NIVÎS

Cejna Zimanê Kurdî..Ne Rojeke, Hemû Rojên Salê

14/05/2025
Li ser zimanê Kurdî hin rist û gotin…
ÇAND Û HUNER

Li ser zimanê Kurdî hin rist û gotin…

14/05/2025
Desteya çandê navenda pêşxistina jêhatiya ye
ÇAND Û HUNER

Desteya çandê navenda pêşxistina jêhatiya ye

14/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.