Rojnameya Ronahî

`Êrişên niha berdewamiya Komploya Navneteweyî ne`

Dilîn Emed-Ronahî

Li ser Komploya Navdewleyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan Rozelîn Bekir got, yên felsefeya Rêbertiyê li ser deshilatdariya xwe xeter didîtin, tevlî komployê bûn.

Komploya Navneteweyî 9`ê Cotmeha 1998`an piştî ku Rêber Abdullah Ocalan ji Sûriyê derket û berê xwe da Yewnanistanê, dest pê kir. Piştî erêkirina dewletên tevlî komployê bûyîn, Rêber Abdullah Ocalan li paytexta Kenya Naîrobî 15`ê Sibata 1999`an radestî artêşa dewleta tirkî hat kirin. Gelê Kurd li seranserê cîhanê, li dijî Komployê, dest bi çalakiyan kir û bi tundî komplo şermezar kir. Ji dema Rêber Abdullah Ocalan radestî desthilata dewleta tirkî hatî kirin ve, tecrîdeke giran li ser tê meşandin. Herwiha bi salan e hevdîtinên parêzer û malbatê jî tên redkirin.

Bi nêzîkbûna salvegera 23`yan ya dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan, endama Meclisa Jinan ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Rozelîn Bekir ji rojnameya me re axivî. Rozelîn got, armanc ji komployê qirkirina gelê Kurd bû, lê armanca wan pêk nehat û nayê. 

Rozelînê axaftina xwe wiha domand: “Dîsa em derbasî Sibateke nû bûn. Ev heyv bi taybetî 15`ê wê di dîroka gelê Kurd û gelên bi fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan bawer in, rojeke reş e. Girtina Rêbertiyê komployeke Navneteweyî bû ku bi serkêşiya Amerîka hat destpêkirin. Dewleta tirkî bi hezarê salan e tinekirina gelê Kurd ji xwe re kiriye armanc. Bi vê komployê xwestin têkoşin û hebûna Kurdan tine bikin. Lewra projeyên Rêber APO ji bo Rojhillata Navî pêşkêş kirî, li dijî siyseta hêzên desthilatdar e. Ji ber vê yekê ev komplo çêkirin û Rêbertî dîl girtin.”

‘Têkoşîna Îmralî bû çirûskek nû ya azadiyê’

Rozelîn da zanîn ku tiştên niha diqewimin, berdewamiya komployê ne û wiha got: “Destpêkê sala 1990`î deweta tirkî, bi çekên kîmyayî êrişî çiyayên azaad kir. Armanc jê qirkirina tevgera azadiya Kurdistanê bû. Lê bi berxwedana gerîlayên azadiyê û xwîna şehîdan, tevgera azadiyê bihêztir bû. Ji bo wê dewletên ku şerê demokrasiyê dikin, biryara girtina Rêbertiyê dan. Lewra wan ji xwe re digot, ‘eger Rêberê Kurdan Abdullah Ocalan were girtin, wê tevgera azadiyê jî tine bibe’. Ne gelê Kurd tenê tevayiya gelên azadîxwez li dijî komployê nerazîbûna xwe nîşan dan. Lewra tevgera azadiya Kurdistanê parastina tevayiya mafê mirovên bindest himbêz dike.”

Rozelîn Bekir bal kişand ser têkbirina armanca komployê û got, Rêbertî wek fizîkî hatiye girtin, lewra em li ser fikir û felsefeya wî dijîn û wiha domand: “Berxwedana Rêber APO ya li zindana Îmralî ev mesaj da: ‘Hêzên nevneteweyî nikarin bi girtina min fikir û felsefeya min tine bikin’. Têkoşîna Îmralî bû çirûskek nû ya azadiyê, lewra di her hevdîtina bi Serokatiyê re nûbûnek bi xwe re dianî.  Ji ber ku dewleta tirkî li hember îradeya Rêbertiyê neçar maye, di van çend salên dawî de, dest bi tecrîda giran kir. Hevdîtina Rêbertiyê bi malbat û parêzeran re, red dike.”

`Bila sala 2022yan bibe sala azadiyê`

Derheqê tecrîda ser Rêber Abdullah Ocalan û êrişên ser Herêmên Parastina Medyayê de jî, Rozelîn diyar kir ku dema dewleta tirkî di êrişên xwe yên ser Herêmên Parastina Medyayê têk diçe, tecrîda ser rêbertiyê girantir dike.

Endama Meclisa Jinan ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Rozelîn Bekir li ser êrişên çeteyên DAIŞ`ê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di rewşekê de ku bi saya xwîna şehîda û felsefeya Rêbertiyê, aramî li bakur û rojhilatê Sûriyê çêbûbû, dewleta tirkî ya dagîrker, çeteyên DAIŞ bi rêxistin kirin û bi ser bajarê me de şandin. Em dikarin vê bêjin ku avakirina çeteyan  berdewamiya Komploya Navnetewey ye. Niha gelê Kurd di qonaxeke nû ya dîrokî re derbas dibe. Ev qonax enceq bi ramanên Rêberê Gela Abdullah Ocalan, bi ser bikeve. Banga min ji gelê Kurdistanê re ew e ku, ji bo azadiya Rêbertiyê têkoşîna xwe xurttir bike û bi berxwedana xwe armancên dijmin têk bibe. Bila sala 2022yan sala azadiya Rêber APO û berxwedêrên di zindanê de be.”