Wednesday, May 14, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

PEN bifikar in

10/02/2022
in Uncategorized
A A
PEN bifikar in
Share on FacebookShare on Twitter

Gelek Navendên PEN’ê li dijî binpêkirin, êriş û astengiyên dewleta tirkî bi daxuyaniyên xwe nerazîbûn nîşan dan û gotin, em ji binpêkirinên li Tirkiyê

Li gorî agahiyên PENa Kurdî li ser malpera xwe parve kiriye, Caroline Stockford a ku hem di PENa Norwecê de ‘Şêwirmenda Maseya Tirkiyê’ ye, hem jî ‘Endama PENa Gallerê’ ye, di hesabê xwe yê tora civakî de bi daxuyaniyekê got, ew derbarê demokrasî, mafên mirovan û azadiya derbirînê ya li Tirkiyê de bifikar in.

Caroline Stockfordê bal bire ser veguhestina Wezîrê Edaletê û got, Bekîr Bozdag, wezîrê nû, xwediyê rabirdûyeke ne baş e, di dema kuştina Tahîr Elçî yê parêzerê mafên mirovan û Serokê Baroya Amedê de, dîsa wezîr bûye, tevî ku soza peydakirina kujeran daye malbata Elçî jî, heta niha derbarê meseleyê de tiştek nehatiye kirin.

Hêjayî gotinê ye ku Bekîr Bozdag, di serdema wezîrtiya xwe ya berê de, derbarê tacîza zarokekê de, gotibû, di meseleya tacîzê de “rizaya’ zarok jî hebûye” û ev daxuyaniya wî di nav raya giştî de bûbû sedema nerazîbûnê.

Caroline Stockfordê her wiha bal bire ser biryarnameyên Serokomariyê û got, “Di van biryarnameyan de bi awayekî eşkere pîlaneke zextan û çewisandinê heye”. Li gorî Şêwirmenda Tirkiyê ya PENa Norwecê, di demên dawî de 6 malperên demokrat û sosyalîst hatine girtin û ev biryarname wê di rojên pêş de rê li ber girtina bernameyên televizyonê û malperên din jî veke.

Caroline Stockfordê da zanîn ku ew ê rewşa dawî ya li Tirkiyê bixin rojeva civîna xwe û wekî PENa Norwecê li ser rewşa heyî daxuyaniyeke nivîskî belav bikin.

PEN’a Norwecê piştî nameya endama xwe, daxuyaniyeke nivîskî belav kir û tê de heman rexneyên li jor û fikarên xwe parve kirin.

185 dezgehên çapemeniyê hatine girtin

Gelek navendên PEN’ê yên dinyayê bi îmzeya xwe piştgirî dan daxuyaniya PENa Norwêcê. PENa Navneteweyî, PENa Kurd, PENa Tirkiyê, PENa Holanda, PENa San Miguel, PENa Danîmarka, PENa Elmanya, PENa Romanya, PENa Emerîka, PENa Swêdê, PENa Esperanto, PENa Vietnamê (ya li derve), PENa Melbournê û PENa Xirwatistanê ev daxuyaniya PENa Norwêcê îmze kirine. Wan ji rêveberî û hikûmeta Tirkiyê xwest ku binpêkirinên maf û azadiyan dewam neke, rêzê ji azadiya çapemenî û medyayê re nîşan bide û rê li ber mafê xweîfadekirinê bê vekirin.

Daxuyanî bi bîr dixe ku Biryarnameyên Serokomariyê destê Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan (RTUK) xurt dike û heta niha bi biryarnameyan 185 sazî û dezgehên medya û çapemeniyê hatine girtin û ew guman dikin ku rewşa heyî xerabtir bibe.

Navendên PEN’ê yên ku bi îmzeyên xwe destek dan daxuyaniyê, dan zanîn ku ew ê wekî berê, ji niha û pê ve jî rewşa binpêkirinên li Tirkiyê ji nêz ve bişopînin.

Ozgûr Polîtîka

Post Views: 38
ShareTweetPin

Herî Dawî

Werin em li dijî dehakan agirê Newrozê dadin
ROJEV

PKK misogeriya zindî kirina rihê şoreşgertî û demokratik û parastina nirxên Apoyî ye

14/05/2025
Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn
NÛÇE

Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn

14/05/2025
AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE
HAJMARA PDF

AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE

14/05/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

14/05/2025
Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin
ÇAND Û HUNER

Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin

14/05/2025
Hemû cureyên wêjeyê dinivîsin yekê jî nabin serî
QUNCIK NIVÎS

Cejna Zimanê Kurdî..Ne Rojeke, Hemû Rojên Salê

14/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.