Wednesday, May 14, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

`Felsefeya Rêbertiyê çareserkirina aloziya Rojhilata Navî ye` 

10/02/2022
in Uncategorized
A A
`Felsefeya Rêbertiyê çareserkirina aloziya Rojhilata Navî ye` 
Share on FacebookShare on Twitter

Dilîn Ehmed-Qamişlo

Têkildarî tecrîda giran ya ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, malbatên şehîdan diyar kirin ku, tecrîda ser Rêbertiyê û şerê îro li dijî yekgirtina gelan tê meşandin, ji bo pûçkirina projeya Rêveberiya Xweser û berdewamiya Komploya Navneteweyî ye.

Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan sala 1999`an bi Komployeke Navneteweyî radestî dewleta tirkî ya dagîrker hat kirin. Dewleta tirkî ya dagîrker  ev 23 sal in Rêberê Gelê Kurd Abdellah Ocalan xistiye binê tecrîdeke pir giran. Herî dawî 25’ê Adara 2021ê Rêber Abdullah Ocalan bi telefonê bi birayê xwe Mihemed Ocalan re çend deqeyan diaxive piştî wê telefon qut dibe û ji wê demê ve ti agahî jê nehatine girtin. Ne malbat, ne parêzer nikarin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.

`Çima li dijî tecrîda ser Rêbetiyê cîhan bêdeng e!`

Derbarê mijarê de dayîka şehîd Ciwan yê 5`ê Çileya 2014an li Til Berek şehîd bûyî Henîfa Abdullah got, tecrîda li ser Rêbertiyê li ser tevayiya gelê Kurd û Rojhilata Navî ye.

Yadê Henîfa axaftina xwe wiha domand: “Dewleta tirkî ya dagîrker ji bo şkandina vîna gelê Kurd ji aliyekî tecrîdê li ser Rêbertiyê pêk tîne û ji aliyekî din ve jî êrişî herîmên me dike. Armanc ji tecrîdê tinekirina fikir û felsefeya Rêber APO ye. Herwiha dixwaze bi êrişan jî aramî û yekîtiya biratiyê li bakur û rojhilatê Sûriyê, têk bibe. Lê bila dewleta tirkî û cîhan tev bizanin, heta yek ji me hebe emê doza azadiya Kurdistanê bikin. Emê li ser şopa şehîdên xwe û fikir û felsefeya Rêbertiya xwe bijîn.”

Henîfa Abdullah got, banga min ji bo tevayiya gelê Kurd heye ku li keda Serokê Neteweyî Rêber APO xwedî derkevin. Ne tang û topên dewleta tirkî ya dagîrker ne jî siyaseta hêzên nevdewletî, dikarin me tine bikin.

Ji bo rakirina tecrîdê, gelê bakur û rojhilatê Sûriyê bi çalakiyên cuda dadikevin qadan û bi sloganan tecrîdê şermezar dikin. Herwiha li bakurê Kurdisatê jî bi sedan girtiyên zindanan ji bo rakirina tecrîdê û azadiya Rêber Abdullah Ocalan, bi mehan e di gireva birçîbûnê de man û niha jî têkoşîna xwe ya qebûlnekirina tecrîd û işkenceya dewleta tirkî dewam dikin.

` Cihê kesayeteke mîna Rêber APO ne zîndan e `        

Herwiha hevjîna şehîd Ciwan ya bi navê Nûrda Mihemed jî diyar kir ku, dewleta tirk ya dagîrker dixwaze bi tecrîdê gel ji Rêbertiyê ji hev qut bike û vîna wan bişkîne.

Nûrda axaftina xwe wiha domand: “Ne ji mafê ti kesî ye, ne jî yê ti hêzê ye ku vê biryara tecrîdê li ser Rêbertiya me pêk bîne. Cihê kesayeteke mîna Rêber APO ne zîndan e, lewra fikir û felsefeya Rêbertiyê kilîta aloziya Rojhilata Navî ye.”

Nûrda Mihemed axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Banga min ji gelê Kurd herwiha gelê azadîxwaz re heye ku ne tinê ji bo rakirina tecrîdê, ji bo azadiya Rêber APO têkoşîna xwe xurttir bikin. Bila hesreta dîtina Rêbertiyê ya di nava me, ji dilê me derkeve. Azadiya Rêbertiyê, xwedîderketina li xwîna şehîdan e.”

Post Views: 34
ShareTweetPin

Herî Dawî

Werin em li dijî dehakan agirê Newrozê dadin
ROJEV

PKK misogeriya zindî kirina rihê şoreşgertî û demokratik û parastina nirxên Apoyî ye

14/05/2025
Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn
NÛÇE

Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn

14/05/2025
AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE
HAJMARA PDF

AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE

14/05/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

14/05/2025
Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin
ÇAND Û HUNER

Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin

14/05/2025
Hemû cureyên wêjeyê dinivîsin yekê jî nabin serî
QUNCIK NIVÎS

Cejna Zimanê Kurdî..Ne Rojeke, Hemû Rojên Salê

14/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.