Darîn Silê/Qamişlo
Zelal Ceger: Êrişa DAIŞ`ê û çûna Nêçîrvan Barzanî ya Tirkiyê, herwiha bêdengiya koalisyona navneteweyî wek komployeke navneteweyî tê pênasekirin.
Ji Komploya Navneteweyî heta niha, komployên dewleta tirkî bi armanca qirkirina gelê Kurd di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de berdewam in. Niha jî bi êrişên qirkirina gelê Kurd komploya navneteweyî dewam dike. Herî dawî dewleta tirkî ya dagîrker bi piştgiriya ‘dewletên qaşo li dijî DAIŞ’ê di herêmê de hêzên xwe bi cih kirine’, xwest careke din DAIŞ’ê li bakur û rojhilatê Sûriyê zindî bike. Lê ji ber ku plana wê bi ser neket, nerazîbûna xwe nîşan da û êrişeke bi giştî pêk anî. Li kêleka van êrişan dewletên têkildar bêdeng man. Ne dewletên koalisyonê tenê, hikûmeta başûr jî hevkariya xwe ya bi Tirkiyê re didomîne. Derbarê Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an û girêdana vê komployê, bi kiryarên heya niha li dijî gelê Kurd û yê herêmê Zelal Cerger bi me re axivî.
Zelal Ceger da zanîn ku her sal dewleta tirkî ya dagîrker di dema komployê de êrişên xwe nû dike û axaftina xwe wiha domand: “Komploya Navneteweyî ya 1999`an di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de, li ser tevayiya gelê azadîxwaz hat kirin. 23`ê sal di ser vê komloyê re derbas dibin; heta niha jî Tirkiyê û hevkarên xwe qirkirina li ser gelê Kurd didomînin. Tirkiye Her sal di dema komloyê de êrişên xwe nû dike. Herwiha dixwaze bi riya Cebhert El-Nusra û DAIŞ’ê, gelê kurd û tevayiya Pêkhateyan ku li ser vê xakê dijîn bixe xeteriyekê bê veger. Herî dawî jî wek ku hat dîtin bûyera di 20`ê Çile’yê de li Hesekê çêbû, weke Komployek Navnetewî tê pênasekirin. Diwazin bi van bûyeran, fikrê Netewa Demokratîk tine bikin û azadiya gelan ya ku bi saya rêbertî hatiye pêşxistin têk bibin.”
`Binketina DAIŞ’ê binketina dewleta tirkî ye`
Ceger da xuyakirin ku piştî binketina DAIŞê ya li Hesekê Tirkiyê wek tolrakirinê êrişeke bi giştî pêk anî û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Êrişa ku ji aliyê çeteyên DAIŞê ve li ser girtîgeha Sînaa ya li Hesekê, bi serkêşiya Tirkiyê û erêkirina dewletên koalisyona li dijî DAIŞ’ê hat kirin. Nêzî 5 hezar DAIŞ’î di girtîgehên bakur û rojhilatê Sûriyê de hene. Di heman demê de li Kampa Holê bi hezaran jin û zarokên DAIŞê hene. Her kes dizane ku ev kamp û girtîgeh, ji bo cîhanê giştî weke bombeyekê ye, eger biteqe wê xeteriyekê mezin li Rojava giştî cîhanê çê bike. Lê qehremanên azadiyê, şervanên QSD, YPG, YPJ Asayîş û hêza gelê berxwedêr, palanên çeteyan vala derxistin û çareke din serkeftin misoger kir in. Ev serkeftin li xweşiya Tirkiyê nehat, çimkî binketina DAIŞ’ê binketina Tirkiyê ye. Ji bo wê jî nerazîbûna xwe li hember vê serkeftinê nêşan da û di roja duduyan de êrişeke bi giştî li ser herêmên me pêk anî. Rojava, Şingal û Mexmûr hedef girt û balafirên xwe yên şer rakirin.”
Hevdîtina Nêçîrvan û Erdogan
Zelal Ceger teqez kir ku hevdîtina li gel dijminê Kurdan tê wateya bêrêzî û dijminahiya gelê Kurd û tevahî gelê azadixwaz û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di roja ku dagêrkeriya Tirkî êrişa bi giştî pêk anî, Nîçîrvan Barzanî li Tirkiyê bû. Wê demê gelê Rojava digot, ‘hê me şehîdên xwe nespartîn axê, gelo Nêçîrvan li Enqerê çi dike!’ Bêguman ev hevdîtin rastiya hevkariya Nîçîrvan bi Erdogan re dide xuyakirin. Ev ji bo mala Barzanî rûreşiyeke. Wek Berpirsê kurdan gereke ji Erdogan re gotiba, ‘tu kurdan dide kuştin ez nayêm gel te’, lê tersî wê kir û jê re got, ‘ez amade me ku bi te re hevdîtin bikim’. Ev hevdîtin ji bo xurtkirin û nûkirina hevkariyê bû.“
`Tirkiyê ji bêdengiya Rûsya û Emerîka cesaretê digire`
Zelal Ceger teqez kir ku Rûsya û Amerîka berjewendiyên xwe li Rojava esas digrin û wiha got: “Ji 2014`an heta roja îro gelê kurd li hember DAIŞ’ê şer dike. Rûsya û Amerîka jî qaşo li ser vê bingehê li rojava cih digrin. Lê mixabin êrişên ku Tirkiyê li ser gelê me dike bi erêkirina herdû hêza ye; li hember êrişên ji bo zindîkirina DAIŞ’ê û tinekirina destkeftiyên kurdan jî bê dengin. Xuyaye ku Emerîka rê li pêşiya êrişên Tirkiyê vekiriye. Ev bêdengî hevkariya wan ya bi Tirkiyê re dide nîşandan. Ji bo wê jî gereke wek gelê bakur û rojhilatê Sûriyê em helwesta xwe li hember wan bidin nîşandan.”
Zelal Ceger di dawiya axaftina xwe de got, divê gelê bakur û rojhilatê Sûriyê li hemberî êrişên ser destkeftiyên Kurdan, têkoşînê xurttir bikin û destkeftiyên vê şoreşê yên bi felsefeya Rêbertiyê hatîn bidestxistin, biparêzin. Çimkî her kes dizane ku, bê gelê Kurd çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navî nîne.