Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çuyîna zozanan bi qasî çuyîna welatekî xerîb zehmet buye

07/07/2018
in Uncategorized
A A
Çuyîna zozanan bi qasî çuyîna welatekî xerîb zehmet buye
Share on FacebookShare on Twitter

Zozanên bakurê Kurdistanê xwedî bedewî û taybetiyeke cuda ne. Lê dewleta Tirk bi salane di bin navê operasyonên leşkerî û ewlekariyê de zozanan li Kurdan qedexe dike. Yek ji zozanên ku nehatiye qedexekirin Berçelan yê li Colemêrgê ye. Lê dîsa jî welatî dibêjin ji ber balafirên keşfê û operasyonan çuyîna zozanê gelek zehmet buye.

Li Colemêrgê yek ji zozanên ku neqedexekirî Berçelan e, lê belê dîsa jî bêyî destûr kes nikare biçe zozanê Berçelanê. Kesên diçin zozanê tim bi balafirên keşfê yên bi çek ango SÎHA’yan tên şopandin. Gundiyan got: “Dema em diçin zozana xwe, wekî ku em ji welatekî biçin welatekî din.”
Li Colemêrg û navçeyên wê bi hinceta “ewlehiyê” gelek herêm hatine qedexekirin. Her wiha hin herêmên ku nehatine qedexekirin jî gundî bêyî destûr nikarin biçin hin zozanan. Yek ji van zozanên ku neqedexekirî ne jî Zozanê Berçelanê û Zozanê Zoma Hecî Şefîq e.
WEKÎ KU EM BIÇIN
WELATEKÎ DIN
Naîf Kanat çûyîna zozanan şiband çûyîna bi pasaport û diyar kir ku dema ew diçin zozanan bi SÎHA’yan tên şopandin. Kanat got: “5-6 meh e em diçin zozanan. Hewa vira xweş e, lê belê şert û mercên wê yên din zehmet in. Lê belê wekî ku em diçin welatekî din, dema belge di dest me de tune be em nikarin biçin. Li noqteyên sînor tenê pasaport têr dike, lê li vira rewş cuda ye. Divê hem nasname hebe hem jî belgeya taybet a destûrê. Dema ev tune bin em nikarin biçin zozanan.” ŞIVAN ÊVARÊ NIKARIN
AGIR VÊXIN
Kanat, destnîşan kir ku dema belgeya destûrê li cem wan tune be nikarin biçin û got: “Divê hûn vê daxwaznameyê li walîltiyê dagirin, li emniyetê bê mohrkirin û dema hûn bên divê li ser we be. An jê hûn nikarin biçin. Her sal ev zozan şahî bûn. Berçelan bêhan Colemêrgê ye. Lê mixabin ev du sal in 4 kes nikarin di vê rêyê de derbas bibin. Hûn li tevahiya herêmê nikarin deh mirovan bibînin. Hema bêje herêm ji mirovan hat xalîkirin. Êvarî em nikarin ji qada zozanê derkevin. Li vira jiyana girtîgeheke nîvvekirî heye. Li ser serê me tim amûrên hewayê digerin.”
Hayrettîn Karataş ku şivantiyê dike got: “Li van deran dema mirov şivan be xweş e. Deştên mezin hene, giya zêde ye û av hênik e. Dema serokomar hatibû Colemêrgê gotibû ew dawî li qedexekirina zozanan bînin. Ev ne rast e. Bêyî belge mirov nikare were van deran. Dema mirov tê vir wekî ku diçe Îran an jî Sûriyeyê. Bêyî pasaport me bernadin.”
Şivan Tayîp Şahîn jî got: “Berê şivantî rihet bû. Lê niha biroj eger belgeya destûrê tune be, em êvarî ji tirsan nikarin biçinc ihekî. Dev ji zozanan berdin, navenda bajêr ji ber Rewşa Awarte veguheriya herêma tampon. Ji bo em rihet bikin em ji herêma Berwarê hatin, lê rihetî tune ye. Em tim diqilqil in. Bi navê aramiyê tiştek tune ye. Rayedarên hikûmetê timd ibêjin em ê sewalvaniyê destek bikin. Lê mixabint iştekî wisa tune ye. Her diçe sewalvanî kêm dibe.”
ZOZAN XWEŞ IN,
LÊ ARAMÎ TUNE YE
Bêrîvan Bînnaz Kanat jî, anî ziman ku li zozanan tahbê dibînin lê belê tu rihetî û aramît une ye, çimkî endîşeyên wan hene. Kumrî Alpsar jî, anî ziman ku gelek gundî hatine girtin û her diçe jiyana wan zehmetir dibe û got: “Em ji gundê Şumûnîsê yê Berwarê hatin vira. Em bis ewalvaniyê debara xwe dikin. Em bi tiştên ku li vira bi dest dixin debara xwe dikin û zarokên xwe didin xwendin. Lê mixabin Serkomar Erdogan destûra me nade. Zozan hemû qedexe ne. Li zozanên ne qedexekirî jî em nikarin bi rihetî tev bigerin. Li her derî jiyan zehmet kirine.”
Bîlal Alpsar jî anî ziman ku ji ber qedexeyan êdî bazirgan jî nayên û got: “Berê van çaxan li van deran şahiyên qusandinê çêdibûn. Bazirgan ji Sêrt, Êlih û Şirnexê dihatin û hirî dikirîn. Bi pereyên van hiriyan ciwan dihatin zewicandin, mal dihatin raxistin. Lê mixabin niha ji ber qedexeyan ne bazirgan tên ne jî şahî tên kirin. Ji ber vê niha dema em pezên xwe diqusînin em hiriyê dixin kîsan û wekî ku çop be datînin qeraxên rêyan. Ev jî dibe sedema kêmbûna dahatê. Lê mixabin hikûmet vî tiştî ji bo me rewa dibîne.”…MA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.