Wednesday, May 14, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Cangoriyên jêrzemînên Cizîrê hatin bîranîn

07/02/2022
in Uncategorized
A A
Cangoriyên jêrzemînên Cizîrê hatin bîranîn
Share on FacebookShare on Twitter

Ji bo 177 kesên dewleta tirkî li Cizîrê di jêrzemînan de bi awayekî hovane kuştîn, çalakiya bîranînê hat lidarxistin.

 

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê 14’ê Kanûna 2015’an ‘qedexeya derketina derve’ hatibû ragihandin. Di wê demê de li Taxa Cûdî di jêrzemînên sê avayiyan de 177 kes asê mabûn. Ev 177 kes hatibûn şewitandin. Ji bo cangoriyên di jêrzemînan de hatîn kuştin, çalakiya bîranînê hat lidarxistin.

Bîranîn li avayiya rêxistina HDP’ê ya Cizîrê hat lidarxistin. Malbatên cangoriyan, çalakvanên TJA’yê, parlementerên HDP’ê yên Şirnexê Nûran Îmir, Huseyîn Kaçmaz û Hasan Ozguneş, Hevşaredarên Silopya Adalet Fîdan û Suleyman Şavlûk jî di nav de gelek kes tevlî bîranînê bûn.

Li eywanê navê cangoriyên hatîn şehîdkirin û pankarta ‘Lehengên Cizîra Botan’ hat daliqandin.

Hevseroka HDP’ê şaxê Cizîrê Zîlan Ecevît di bîranînê de axivî û got, li ber çavê dinyayê bi sedan mirovên me hatin şehîdkirin. Emê ti carî vî tiştî ji bîr nekin û nedin jibîrkirin. Çawa ku wan mirovên me gotin ‘Çi dibe bila bibe, emê çok daneynin erdê’ em jî sozê didin wan ku emê jî çok daneynin erdê.”

Parlementerê HDP’ê Hasan Ozguneş jî diyar kir heta kesên azadîxwaz hebin wê têkoşîna kesên li ser rêyê jiyana xwe ji dest dane jî bidome.

Piştî axaftinan ji bo kesên di jêrzemînan de hatîn şehîdkirin, sînevîzyonek hat nîşandan.

Bîranîn piştî dayîna mewlûdê bi dawî bû.

ANF/Şirnex

Post Views: 55
ShareTweetPin

Herî Dawî

Werin em li dijî dehakan agirê Newrozê dadin
ROJEV

PKK misogeriya zindî kirina rihê şoreşgertî û demokratik û parastina nirxên Apoyî ye

14/05/2025
Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn
NÛÇE

Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn

14/05/2025
AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE
HAJMARA PDF

AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE

14/05/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

14/05/2025
Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin
ÇAND Û HUNER

Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin

14/05/2025
Hemû cureyên wêjeyê dinivîsin yekê jî nabin serî
QUNCIK NIVÎS

Cejna Zimanê Kurdî..Ne Rojeke, Hemû Rojên Salê

14/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.