Şaredariya Gel a Şehbayê bi hevkariya Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê karê xwe yê firehkirina Kampa Serdem berdewam dike.
Di çarçoveya xebatên firehkirina Kampa Serdem de, Şaredariya Gel a Şehbayê 300 konên din li kampê bi cih kirin da ku malbat tê de vehewin.
Di vê derbarê de endamê rêveberiya Kampa Serdem Idrîs Weqas da zanîn ku ev pêngava ku pê rabûne, erênî ye û wê di kampê de bazarekê jî vekin.
Weqas da zanîn ku wê derdora 43 firoşgehên cilan di kampê de werin vekirin ji bo ku pêwîstiyên koçberan bi giştî pêk werin…ANHA






