Piştî ku leşkerên Tirk yên dagirker û çeteyan Efrîn dagirkirin dest bi talan, kuştin, revandin û wêrankirinê kirin. Niha jî çeteyên dagirker li ser parvekirina mal û milkên gel li hev nakin û hev du dikujin. Komên çete yên bi navê Feyleq El Şam û Ehrar El Şam li ser parvekirina pezên gel yên ku dizîne bi hev ketin.
Li herêma Cindirêsê ya ji aliyê çete û artêşa Tirk ve hatiye dagirkirin, çeteyên Feyleq El-Şam û Ehrar El-Şam li ser parkirina sewalên dizîne, bi hev ketin. Tê gotin ku kuştî û birîndarên herdu aliyan hene.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane, li navenda herêma Cindirêsê ya ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin çeteyên Feyleq El-Şam û Ehrar El-Şam li ser parkirina sewalên dizîne şer kirin û dengê ambulansê ji cihên şer hatin bihîstin.
Çavakaniyan diyar kirin ku şer derdora saetekê berdewam kir…ANHA






