Rojnameya Ronahî

Çalakgeran Nêçîrvan şermezar kirin

Çalakgerên Mertalên Zindî bi daxuyaniyekê, daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî ya ku PKK weke dagirker bi nav dike, şermezar kirin.
Li Binarê Qendîlê çalakiya Mertalên Zindî ya Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê ya li dijî dagirkeriyê di roja 27’emîn de didome. Çalakgeran bi daxuyaniyekê bersiv dan daxuyaniya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî.
Ji çalakgaran Ehmed Germiyanî daxuyanî da û got; “Em ê li hemberî xeta xiyanetê rawestin.”
Germiyanî wiha dewam kir “Li ser Başûrê Kurdistanê hewldanên dagirkeriyê heye. Li hemberî vê dagirkeriyê hikûmeta Iraqê bêdenge, ev jî te wateya erê kirinê. A rast ev bêdengî şermezekî mezine. Bêdengiya li hemberî dagirkeriyê, tê wateya çavê xwe li dagirkeriyê girtin. Em daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî şermezar dikin. Barzanî bi awayekî eşkere bang li dagirkeran dike ku bikeve Başûrê Kurdistanê de. Em xiyanetkarên bi faşîzmê re jî şermezar dikin. Em weke çalakgerên mertalên zindî dibêjin ku, ji bo me ti cudahî di navbera Erdogan û Nêçîrvanî Barzanî de nîne.”