Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Divê li dijî êrîşan yekîtî ava bibe

07/07/2018
in Uncategorized
A A
Divê li dijî êrîşan yekîtî ava bibe
Share on FacebookShare on Twitter

Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Sûriyê PDK-S’ê Dr. Abdulkerîm Siko derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî başûrê Kurdistanê de axivî û diyar kir ku divê Hikumeta Iraqê li hember êrîşên li ser axa Iraqê helwestê nîşan bide û biryar bigire. Her wiha Siko da zanîn ku divê gelê kurd li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk bibe yek.

Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Sûriyê Abdulkerîm Siko diyar kir ku dewleta Iraqê derbarê êrîşên artêşa tirk ên li ser başûrê Kurdistanê de helwesteke cidî nîşan nedaye û wiha got: “Divê dewleta Iraqê di zûtirîn demê de biryara derketina Tirkiyê ji xaka Iraqê bide.”
Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Sûriyê (PDK-S) Dr. Abdulkerîm Siko derbarê êrîşên dagirkeriya dewleta tirk a li dijî destkeftiyên gelê kurd, ev tişt anî ziman: “Erdogan dibêje ku li Amerîkayê jî kurd hebin, ez ê şerê wan bikim. Ev hezar sal e şerê gelê kurd dikin. Dewleta tirk a dagirker li dijî berxwedana gelê kurd tu serkeftin bi dest nexistine.”
Siko di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku Erdogan li Efrînê tu carî bi ser neket û got: “Bi dagirkerî û guhertina demografyayê dixwaze bi ser bikeve, lê bila berxwedana hate meşandin ji bîr neke. Gelê Efrînê 58 rojan li dijî tank û topan li ber xwe da û bersiv da wan. Dagirker çawa di êrîşên li Rojava de şikestin, dê di êrîşên xwe yên li ser Qendîl û herêmên din ên başûrê Kurdistan de jî bişikên.”
Siko di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku divê helwesta li dijî êrîşên li ser Başûr diyar bin û wiha dewam kir: “Başûr parçeyek ji Kurdistanê ye. Erdogan di çarçoveya êrîşên xwe de bi gelek dewletên navneteweyî re hevpeymanan pêk tîne. Ev peyman li ser esasê tunekirina gelê kurd pêk tê. Dewletên navneteweyî jî li gorî berjewendiyên xwe çavên xwe ji êrîşên ku li dijî gelê kurd pêk tên re digirin. Hin kurdên bi Erdogan re di nava îtîfaqan de ne û li gorî wî tev digerin, ji kurdewariyê dûr in.”
Abdulkerîm Siko di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser helwesta dewleta Iraqê ku heta niha helwestek berbiçav nîşan nedaye û ev tişt anî ziman: “Hikumeta Iraqê derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser axa başûrê Kurdistanê de tu helwesteke berbiçav nîşan nedaye. Dewleta Iraqê daxuyanî li dijî êrîşên Erdogan dan, lê tu bandora wan daxuyaniyan nîn e. Di çarçoveya daxuyaniyan de tu gavên cidî nehatine avêtin. Heya niha tu biryarên bibandor di parlamentoya Iraqê de nehatine dayîn. Dewleta tirk bi leşkerên xwe ji sînor derbas dibe, lewma divê hikumeta Iraqê parastina sînorê xwe bike. Nehêlin dewleta tirk a dagirker êrîşên xwe li ser axa başûrê Kurdistanê pêk bîne. Divê hikumeta Iraqê di zûtirîn demê de biryarê bide ku artêşa tirk a dagirker ji xaka Başûr vekişe.”
Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Sûriyê Abdulkerîm Siko di dawiya axaftina xwe de gotina “Ger em nebin yek em ê biçin yek bi yek” bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Lewma pêwîst e gelê kurd yekitiya xwe saz bike û li dijî dagirkeriya tirk hêza xwe bike yek.”…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.