Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Welatiyên Qamişlo pirsgirêkên xwe nîqaş kirin

07/07/2018
in Uncategorized
A A
Welatiyên Qamişlo pirsgirêkên xwe nîqaş kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Meclisa Taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo ji bo guftugoyên li ser pirsgirêkên civakî civînek li dar xist.
Meclisa Taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo bi armanca ku pirsgirêkên civakî guftûgo bikin, bi gel re civiyan.
Civîn li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêx bi tevlîbûna bi sedan endamên saziyên, Av, Elketrîk, Şaredariya Xerbî û Tirafîkê hate lidarxistin.
Hevserokê Kantona Qamişlo Hesen Mihemed armanca lidarxistina civînê diyar kir û anî ziman ku ew ê hewl bidin di vê civînê de pirsgirêkên civakî ji welatiyan guhdar bikin, da ku bi hev re çareseriyê peyda bikin.
Hesen Mihemed, bal kişand ku di demên dawî de derbarê rakirina wêneyên şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser riyan gelek îdîayên ne di cih de û ji rastiyê dûr, belav bûne û wiha got, “Hin îdîa belav bûne, dibêjin ku di navbera Rêveberiya Xweser û rêjîma Sûriyê de îtîfaq çêbûne, ji wan wêneyên şehîdan û yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werin rakirin, îdîayên bi vê rengî ti rastiya wê tuneye, tu alaqeya xwe bi siyasetê ve nîne. Rakirina al, sembol û wêneyan karê şaredariyan e, armanc jê ew e ku wêneyên şehîdan li ber rojê û tozê neşewetin. Her kes dizane ku şehîdên me nirxên me ne, ji ber wê pêwîste li cihên guncaw werin danîn.”
Hesen Mihemed, bang li welatiyan kir ku li pey îdîayên vala nekevin.
Şêniyên ji taxa Qenat Siwês a bajarê Qamişlo, pirsgirêka kêmbûna avê li taxê parve kirin û gotin ku kêmbûna avê bandoreke neyinî di gelek aliyan de çêdike û daxwaz ji meclisê kirin ku di zûtirîn demê de pirsgirêkê çareser bikin.
Meclisê, hemû pirsgirêkên gel nivîsandin û soz dan ku ew di demeke nêzîk de li ser pirsgirêkan bisekinin…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.