Monday, June 8, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Efrîniyan encamên konferansê nirxandin

07/07/2018
in Uncategorized
A A
Efrîniyan encamên konferansê nirxandin
Share on FacebookShare on Twitter

Piştî ku konferansa rizgarkirina Efrînê li Şehbayê hat lidarxistin ji aliyê endamên konferansê de encamên konferansê bi civînên berfireh ji gel re hat parvekirin. Welatiyên Efrînê ku tevlî van civînan bûn diyar kirin ku heta dawiyê ji bo rizgarkirina Efrînê ew ê li pişt şervanên xwe bin.

Gelê Efrînê li Şehbayê bi hêviyeke mezin tevlî civînên parvekirina encamên Konferansa Rizgarkirina Efrînê dibe. Şêniyên li kampa Berxwdan dimînin gotin ku ew li benda lidarxistina vê konferansê bûn. Şêniyên Efrînê diyar kirin ew ê heya dawiya li pey şervanên xwe bimeşin û di eniyên pêş ên serferberiya hatiye ragihandin de cihê xwe bigirin.
BI TERZÊ BERÊ
KAR NABE
Şêniyê bi navê Reşîd Îbrahîm ku nişteciyê kampa Berxwedan e got: “Her gelê me li pey rêvberiya xwe ye. Li gorî encamên konferansê rêvebir bê piştgiriya gel nikare bi tenê bimeşe û nabe rêvebir.” Îbrahîm tekez dike ku ji vir û pêve pêwîste kesayetên guncaw li cihên guncaw bin. Bi terzê berê karkirin nameşe. Îbrahîm dawiyê de got ku heya ji wan bê ew ê cihê xwe di nava serferberiya hatiye ragihandin de bigirin û ji bo rizgarkirina Efrînê heya mirinê li pey şervanên xwe ne.
Kalemêrê heştê salî Osman Hisên ê ji gundê Ereba dibêje: “Ji bo rizgarkirina Efrînê gereke em bibin yek. Em li benda ti kesî nesekinin were ji me re Efrînê rizgar bike. Lidarxistina konferansê gaveke serkeftî di vî alî de ye.”
PÊWÎSTE EM QISÛRÊN XWE NAS BIKIN
Nîhad Mihemed Zêno yê ji gundê Şîtka dibêje: “Bi riya vê konferansê me kêmasiyên xwe yên berê nas kir. Pêwîste li kêleka rêveberiyê gelê me jî qisûra xwe nas bike û li ser bisekine. Ger em nasnekin, em ê têk biçin.” Zêno di nav axaftinên xwe de bal kişand ser rêbazê rexne û rexnedayînê û got: “Weke destpêk gaveke di cih de ye, lê pêwîste ji kesên ku qisûr kirine hesab bê xwestin. Ger bê xwestin jî bila bên guhertin. Ji bo rizgarkirina Efrînê em ê bi hemû hêza xwe li pişta şervanên xwe bin.”
Mihemed Hesen ê ji gundê Gemrûkê derbarê encamên konferansê de ev tişt anî ziman: Her kes dizane em di encama komployeke navneteweyî de gihane van kampan. Ancax em bi rêxistin, yekîtî û civandina li dora hêza xwe bi hêz bin. Tişta girîng em kêmasiyên xwe yên berê dubare nekin. Lidarxistina vê konferansê jî gaveke xwe rêxistinê ye. Hesen balê dikişîne rojên qonaxa yekemîn ên Berxwedana Serdemê û dibêje: ji bo ku em neketina vî halî, pêwîst bû em ji gundên xwe derneketina. Lê dîsa jî hêviya me bi encamên konferansê mezin e ku vegera bi rûmet nêz e.
EM Ê ERKÊN
XWE PÊK BÎNIN
Hec Cemîlê heftê û heşt salî jî ku ji gundê Şîtka ye got: Tişta di konferansê de derketiya ew e ku pêwîste gel û rêveber hev û din temam bikin. Dijminê me her li dijî hebûna me êrîşên kirêt pêk aniye. Ger em xwedî li nirxên xwe yên madî û manewî derkevin, emê rê li ber hovîtiya dijmin bigirin. Ev yek wê bi hêza xweser a gelan pêkan be. Ti carî em pala xwe nadin aliyên derve. Hec Cemîl dawiyê de tekez dike ku wê bi vê temenê xwe yê mezin cih di nava seferberiya hatiye ragihandin de bigire û ev tişt anî ziman: ji bo rizgarkirina Efrînê, ez, mal, milk, zarok û zêçên xwe amade ne erka dikeve ser milê me pêk bînin.
Hêjayî gotinê ku di navbera 18 û 21 Hezîrana derbasbûyî de li Kantona Şehbayî bi beşdarbûna zêdeyî 250 delegeyan Konferansa Rizgarkirina Efrînê li dar ker. Di encamê de ji bo rizgarkirina Efrînê li ser hemû astên siyasî, civakî, dîplomasî û leşkerî serferberî hat ragihandin. Ji bo ravekirina encam û nîqaşên konferansê li Şehbayî civînên girseyî tên lidarxistin. Di wan civînan de nerîn, rexne û helwesta gel hatin parvekirin. Her wiha endamên rêveberiya xweser jî li pêşberî gel rexnedayîn didin.

Idrîs HENAN

ShareTweetPin

Herî Dawî

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye
JIN

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye

07/06/2026
Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin
NÛÇE

Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin

07/06/2026
Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat
NÛÇE

Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat

07/06/2026
‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’
NÛÇE

‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’

07/06/2026
CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN
HAJMARA PDF

CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN

07/06/2026
QUNCIK NIVÎS

Gelo wê lêvegera Kurdan ava bibe!

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.