Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Nîkaragûayê zêdeyî 300 kes mirin

07/07/2018
in Uncategorized
A A
Li Nîkaragûayê zêdeyî 300 kes mirin
Share on FacebookShare on Twitter

Li Nîkaragûayê, xwepêşandanên li dijî hikumetê ev çend meh in dewam dikin. Di xwepêşandanan de ku polîs û çalakger bi hev dikevin, gelek xwepêşandêr mirin.
Li Nîkaragûayê ku welatekî li Amerîka Navîn e, xwepêşandanên li dijî Serokdewletê sosyalîst Danîel Ortega û hikumetê dewam dikin. Hate ragihandin ku di xwepêşandanên du roj berî de herî kêm 3 çalakger hatine kuştin.
Li gorî daxuyaniya Komeleya Mafên Mirovan a Nîkaragûayê (ANPDH), ji ber serdegirtina polîsan a li bakurê rojava yê welêt çend kes mirine. Li Sûtîabayê ku gelên xwecihî lê ne, di dema çalakiya birîna rê de ciwanekî jiyana xwe ji dest da. Li nêzî bajarê Lêonê jî 2 xwepêşandêrên ciwan mirn.
ANPDH û Dêra Katolîk ragihandin, ku ciwanên xwepêşandêr di dema destwerdana polîsan de mirine. Tê gotin ku hin xwepêşandêr jî piştî ku ji polîsan reviyan li malên ku xwe lê girtibûn hatine kuştin.
Di bûyeran de zêdeyî 20 xwepêşandêr birîndar bûn, bi dehan ji wan jî hatin destgîrkirin.
Danîel Ortega piştî Şoreşa Sandînîst, di navbera salên 1979-1990’î de Nîkaragûa bi rê ve bir. Sala 2007’an ij nû ve hate hilbijartin û ji ber reformên ku dixwaze li qada civakî bike, bûye hedefa mûxalefetê. Ortega beriya niha bi çend mehan xwest projeya ‘reformê’ ku mûçeyên teqawîtan kêm dike, bixe meriyetê û li dijî wî xwepêşandanan dest pê kiribûn.
Bi xwepêşandanan re ku 18’ê Nîsanê dest pê kirin, dest ji projeya reforman hate berdan. Lê şer neqediya. Li gorî çavkaniyên cuda heta niha 220 heta 309 xwepêşandêr mirine, nêzî 2 hezar kes jî birîndar bûne.
Mûxalefeta rastgir û Dêra Katolîk dixwazin hilbijartinên serokdewletê yên sala 2021’ê di sala 2019’an de bên kirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.