Sunday, June 7, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

HDP wê têkoşîna xwe mezintir bike

07/07/2018
in Uncategorized
A A
HDP wê têkoşîna xwe mezintir bike
Share on FacebookShare on Twitter

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku li gel encamên bi guman ên hilbijartinê jî gel xwedî li HDP’ê derket. Temellî got, Erdogan wê hîn bêhtir zordariyê bike û ew ê jî têkoşîna xwe geş bikin.
Hevserokên Rêxistinên HDP’ê yên bajaran piştî hilbijartinên 24’ê Hezîranê yekem car civiyan. Civîn bi beşdariya Hevserokên Giştî Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî pêk hat.
Temellî di destpêka civînê de got, “Ji ber ked û hewldanên we, spasiya we dikim. Spasiya herî mezin jî ji gelê Kurd ê berxwedêr dikim. Gelê Kurd hem helwesta xwe ji bo demokasiyê nîşan da, hem jî gelên Tirkiyê got ‘bêyî HDP’ê nabe’ û bend careke din hilweşand.”
Temellî bi bîr xist ku hilbijartin di nava Rewşa Awarte de hatiye kirin û tevî ku li Pirsûsê HDP’yî hatin kuştin jî kesek nehatin destgîrkirin.
Temellî da xuyakirin ku encamên hilbijartinê bi guman in û got, “Encamên hilbijartinê yên bi bandora garnîzonê li Colemêrg û Şirnexê derkete holê, nîşan dan ku encam çiqasî bi guman in.”
Temellî destnîşan kir ku wê bersivê bidin gotina “Bêyî HDP’ê nabe” û got, “Li gel zîhniyeta Rewşa Awarte û zîhniyeta zordar, em ê bi têkoşîna xwe ya demokrasiyê bi biryardarî bidomînin.”
Temellî diyar kir ku rejîma Erdogan bi bikaranîna xizaniyê li ser desthilatdariyê dimîne û ji niha û pê ve wê hîn bêhtir zordariyê bike. Temellî got, “Ji ber vê yekê HDP wê têkoşîna xwe ya li parlamentê ya li dijî vê rejîma zordar geş bike.”
Temellî bal kişand ser şîdet, kuştin, destavêtin û destdirêjiya li zarokan û got, “Tenê bi cezakirina sûcdar re nepêkan e ku ev krîza civakî bê çareserkirin. Nêzîkatiya siyasî ya desthilatdariya heyî, çavkaniya vî sûcî ye.”
Li ser nîqaşên derbarê îdamê jî Temellî destnîşan kir ku ew li dijî îdamê ne û got, “Li welatên ku cezayê îdamê lê heye, sûc kêm nabin. Bi salan e em balê dikişînin ser destavêtin û destdirêjiya li zarokan. Em dixwazin Wezareta Zarokan ava bibe. Lê belê di vî warî de li dijî sûcên li hemberîz arokan tiştek nayê kirin. Çi dikin, radibin îdamê dixin rojevê.”
Di dewama axaftina xwe de Temellî anî ziman ku sîstema nû ne dermanê pirsgirêkên li Tirkiyeyê ye û got, “Temsîliyeta me di asta mûxalefeta bingehîn de ye. Ji bo ev sîstem veguhere sîstemeke parlamenter a demokratîk em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye
JIN

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye

07/06/2026
Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin
NÛÇE

Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin

07/06/2026
Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat
NÛÇE

Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat

07/06/2026
‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’
NÛÇE

‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’

07/06/2026
CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN
HAJMARA PDF

CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN

07/06/2026
QUNCIK NIVÎS

Gelo wê lêvegera Kurdan ava bibe!

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.