Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

PKK nebûya wê Başûr ji dest biçûya

07/07/2018
in Uncategorized
A A
PKK  nebûya wê Başûr ji dest biçûya
Share on FacebookShare on Twitter

Siyasetmedarê Kurd Dr. Fayiq Gulpî ya li ser daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî a li dijî PKK’ê gotubû, ‘PKK beşeke xaka Herêma Kurdistanê dagirkiriye’ da û got,”Eger ne ji PKK’ê bûya wê Kerkûk, Şengal, Behdînan, Mexmûr tev ji dest çûba. PKK partiyeke Kurdistaniye û ji zarokên çar parçeyên Kurdistanê pêk tê. Divê Barzanî lêborînê ji gelê Kurd û PKK’ê bixwaze.”
Piştî ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke çapemeniyê de bêyku qet behsa dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk yên li Başûrê Kurdistanê bike, PKK’ê bi dagirkirina Başûrê Kurdistanê tawanbar kir şûn ve nerazîbûn zêde bûn. Hem siyasetmedarên Kurd hem jî gelê Kurd li dijî derdikevin û dibêjin, eger ne ji PKK’ê bûya wê Başûrê Kurdistanê ji aliyê DAIŞ’ê ve hatiba dagirkirin.
Gulpî der barê axaftina Barzanî de ku dibêje, ‘PKK beşek ji Herêma Kurdistanê dagirkiriye’ wiha got, “Ne mentiqiye ku hêzek Kurdistanî li Kurdistanê dagirker be. PKK partiyeke Kurdistaniye û zarokên ji 4 parçeyên Kurdistanê di navê de cih digirin.”
PKK’Ê BAŞÛR PARAST
Gulpî dema êrîşên DAIŞ’ê yên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê jî bi bîr xist û wiha dewam, kir, “PKK ji bo çar parçeyên Kurdistanê dixebite. Eger ne ji PKK’ê bûya wê çeteyên DAIŞ’ê Hewlêr, Şengal, Mexmûr û heta Behdînanê jî ji destê Herêma Kurdistanê girtiba û dagirkiriban. Di dema şerê DAIŞ’ê de PKK sînorê Herêma Kurdistanê parast, di eniya herî pêş de cih girt û şehîd da. Hatina wan li ser daxwaza PDK û YNK’ê bû. Lê ya rastî eger ev hêz nexwestiba jî wê PKK bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê biparasta.”
DIVÊ BARZANÎ LÊBORÎNÊ BIXWAZE
Siyasetmedarê Başûrê Kurdistanê Fayiq Gulpî daxwaza lêborînê ji Nêçîrvan Barzanî kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Ti fêdeyeke daxuyaniyên wiha yên Nêçîrvan Barzanî ji bo wî, PKK’ê û gelê Kurd nîne. Ev tenê dijminên gelê Kurd kêfxweş dike. Ev daxuyaniyên Barzanî dilê gelê Kurd êşand. Ji ber vê divê Barzanî lêborînê ji gelê Kurd û PKK’ê bixwaze.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.