Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Daxuyaniya Barzanî xizmetê ji dagirkeriya Tirk re dike

07/07/2018
in Uncategorized
A A
Daxuyaniya Barzanî xizmetê ji dagirkeriya Tirk re dike
Share on FacebookShare on Twitter

Parlamenterê Tevgera Goran Şêrko Heme Emîn daxuyaniya serokwezîrê başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî rexne kir û wiha got: “Diviyabû daxuyaniya Barzanî li dijî dagirkeriya Tirkiyê hatiba kirin. Qendîl di dîrokê de bûye sembola têkoşînê, me dît çawa PKK’ê bi pêşmergeyan re axa başûrê Kurdistanê li dijî DAIŞ’ê parast.”
Dewleta tirk a dagirker di mehên dawîn de êrîşên xwe yên dagirkeriyê li ser axa başûrê Kurdistanê zêde kirin. Tevî dewleta tirk a dagirker nêzî 30-40 km axa başûrê Kurdistanê dagir kir û bi dehan sivîl qetil kirin jî, serokwezîrê başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniya 4’ê mehê de PKK wek “hêzek dagirker” bi nav kir.
Parlamenterê Goranê Şêrko Heme Emîn daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî rexne kir û diyar kir ku divê ji bîr nekin ku PKK’ê bi pêşmergeyan re axa başûrê Kurdistanê parast.
Emîn bal kişand ser dagirkeriya dewleta tirk a li ser axa başûrê Kurdistanê û anî ziman ku dewleta tirk bi awayekî vekirî êrîşî hemû statuyên kurdan dike û destnîşan kir ku dewleta tirk destpêkê êrîşî Efrînê kir, niha jî axa başûrê Kurdistanê dagir dike û got: “Erka hikumeta başûrê Kurdistanê û dewleta Iraqê ew e ku li dijî dagirkeriya dewleta tirk helwestên zelal nîşan bidin, rewşa wan a heyî cihê şermê ye.”
Emîn daxuyaniya Barzanî rexne kir û da zanîn ku diviyabû daxuyaniyên wî li dijî dagirkeriya dewleta tirk bana û bi bîr xist ku di dîrokê de tu dewletan nekariye Qendîlê dagir bike û wiha pê de çû: “Qendîl her tim di dîrokê de bûye sembola têkoşînê û bûye bingehê şoreşa Rojhilat, Bakur û bi taybet jî şoreşa Başûr. PKK hêzeke Kurdistanê ye, Kurdistan jî axa wan e.”
Emîn her wiha berxwedana 2014’an a gerîlayên PKK’ê ku li dijî dagirkeriya DAIŞ’ê ya li ser başûrê Kurdistan pêk hat, bi bîr xist û wiha berdewam kir: “Me dît ku PKK’ê bi gelê Başûr û pêşmergeyan re li dijî DAIŞ’ê axa başûrê Kurdistanê parast û bi hev re mil bi mil li ber xwe dan. Divê niha jî wek rihê yekgirtinê li dijî dagirkeriyê bibin yek û li ber xwe bidin. Nabe em çavê xwe ji dagirkeriya Tirkiyê re bigirin. Divê hemû partî, saziyên sivîl û gelê başûrê Kurdistanê li dijî van êrîşên dagirkeriyê helwestên zelal nîşan bidin.”
Emîn da zanîn ku ku dagirkeriya Tirkiyê ya başûrê Kurdistanê dibe sedemê şehadeta sivîlan û wiha pê de çû: “Divê hikumeta başûrê Kurdistanê û hikumeta navendî ya Iraqê li dijî van êrîşan lêpirsînê dest pê bike û helwestê nîşan bide.”
Parlamenterê Goran Şêrko Heme Emîn di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku daxuyaniya Barzanî rasterast di xizmeta dagirkeriya dewleta tirk de pêk hatiye û got: “Dê ev daxuyanî bandoreke neyînî li yekitiya kurdan a her çar parçeyên Kurdistanê bike.”…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.