Komîteya Dîplomasî, Têkiliyên Karê Derve ya Şehba û Rêveberiya Kantona Efrînê, têkildarî pirsgirêkên gel ên li Şehba û Şêrewa raporek amade kir. Di raporê de hate destnîşankirin ku ji ber bêderfetiyên tenduristiyê û mercên giran di nava gelên li gundan û kampên li herêma Şehbayê bicihbûne de nexweşiyên cihê rû didin.
Di rapora têkildarî Efrîniyên li Şehbayê hate amadekirin de, hate destnîşankirin ku ji ber bêderfetiyên tenduristiyê û mercên giran di nava gelên li gundan û kampên li herêma Şehbayê bicihbûne de nexweşiyên cihê peyda dibin.
Komîteya Dîplomasî, Têkiliyên Karê Derve ya Şehba û Rêveberiya Kantona Efrînê, têkildarî pirsgirêkên gel ên li Şehba û Şêrewa ji roja 20’ê Çileya 2018’an ve êrîşên dagirkerî û qirker a dewleta Tirk a li ser Efrînê raporek amade kir. Di raporê de pirsgirêk û aloziyên gelên li Şêrewa, Şehba û gundan, dîsa gelên li kampan bi cih bûne hatin destgirtin.
Di rapora hemû dane û raporên saziyên ku ji bo Efrînê kar kirî cih girtin de, bal tê kişandin ser pirsgirêkên mîna aborî, tenduristî, perwerdehî û gelek pirsgirêkên din ên civakî.
Di rapora tê de hate bibîrxistin ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de bi hefteyan êrîşî bajar û gundên Efrînê hate kirin û wiha hate gotin: “Bi hezaran mirovên ji gund û navçeyên Efrînê koç kirin, li navenda Efrînê kom bûn. Her ku êrîş û bombebarana dewleta Tirk û çeteyên wê dewam kirin, bi sed hezaran welatî berê xwe dan navenda Efrînê. Ji ber êrîşên topan ên li ser taxan û êrîşên hewayî mirov di mala xwe de birîndar bûn, gelek jî jiyana xwe ji dest dan, her wiha gelek sivîl jî ji aliyê sekvanan ve hatin qetilkirin. Li gorî daneyê wê demê yên Nexweşxaneya Avrînê li gorî dîroka 13’ê Adara 2018’an 238 sivîl jiyana xwe jidest dabûn, 706 sivîl jî birîndar bûbûn. Gelê sivîl ê 58 rojan êrîşên dewleta Tirk û êrîşên hewayî li ser hatin kirin, ji herêmê derketin, dîsa êrîşên hewan û topan li ser hatin kirin. Bi taybet nexweşxane, çavkaniyên avê û firin bû hedefa êrîşan. Nexweşxaneya Avrîn 16’ê Adara 2018’an ji aliyê dewleta Tirk ve hate bombekirin û bi temamî hate rûxandin. Ji bo ku gelê Efrînê neyê qirkirin neçar ma ku berê xwe bide Şehbayê. Di dema koçkirinê de ji ber ku gelek welatiyan wesayît nebûn neçar man ku zarokên xwe li ser mil û pişta xwe tevî sir û sermayê bi rê bimeşin. Gelek welatiyên bi temen ji ber kirîza dil di rê de mirin.
Di raporê de hate bibîrxistin ku bi hevkariya rêveberiya Efrîn û Şehbayê karîn pêwîstiyên gel bên bicihanîn û tîmên tenduristiyê yên ji aliiyê Heyva Sor a Kurdistanê ve hatibûn amadekirin, 24 saetan rewşa gel a tenduristiyê dinêrin.
Her wiha di raporê de hate destnîşankirin ku li Şehba 3 kampên Serdem, Berxwedan û Efrîn hatine avakirin û ev tişt hate gotin: “Ji ber neçêkirina sîstema binesazî, ji ber rewşa ava qirêj li kampê nexweşiyên gurçik ên welatiyên li kampan dijin derketine pêş. Dîsa yek ji pirsgirêka din kêmbûna derman heye. Nexweşên giran tên rêkirin Hatay û Helebê, ji ber dorpêçê rê jî bi xeter in. Qirêjiya hewa û avê pir zêde ye. Ji bo xwe parastina ji dupişk û maran bi qasî tê xwestin tevdîrên pêwîst nîne.”
Di raporê de hate gotin ku ji ber bêderfetî û mercên giran ên li gundên herêma Şehba û Şêrewa dîsa Kampên Serdem, Berxwedan û Efrîn ên li Herêma Şehbayê hatine bicihkirin, gelek nexweşî derketine pêş.
Di raporê de bal hate kişandina ser nexweşiyên mîna penceşêr, werem, Hepatît b, sorik, bêxewî, her wiha jin û zarok jî bi nexweşiyên belavker re rû bi rû ne.
Rêxistina Navneteweyî û UNICEF ji bo zarokên ji cih û werên xwe yên Efrînê koçber bûn, heta niha tiştek nekiriye û ev jî bûye sedem ku nexweşiyên belavker û giran hê zêdetir bibin û belav bibin.”






