Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Teqîna li Minbicê nîşaneya têkçûna wan e

07/07/2018
in Uncategorized
A A
Teqîna li Minbicê nîşaneya têkçûna wan e
Share on FacebookShare on Twitter

MSD’ê êrîşa li Minbicê şermezar kir û got ku êrîşa li dijî sivîlan têkçûna dewleta tirk û hevkarên wê nîşan dide.
Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê têkildarî êrîşa li dijî meşa ku li navçeya El-Heya ya Minbicê pêk hat daxuyaniyek da û destnîşan kir ku êrîş têkçûna êrîşkaran nîşan dide.
Daxuyaniya MSD’ê ku li ser malpera wê ya fermî hate weşandin, wiha ye:
“Aramî û ewlekariya li bajarên Bakurê Sûriyê di salên derbasbûyî de pêk hat, rastiya nimûneya jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhateyan de nîşan dide. Şêniyên herêmê bi zanebûna xwe karîbûn çarenûsa xwe ya hevbeş ferz bikin û aramiya ku li tu herêmên Sûriyeyê wekî wê nîn e, pêk bînin. Tiştekî xwezayî ye ku şêniyên Minbicê sekneke birûmet li dijî destwerdana dewleta tirk û çekdarên tundraw di kar û barên hundir de derkevin.
Di 5’ê Tîrmeha 2018’an de şêniyên Minbicê li navçeya El-Heye li dijî destwerdana tirk û dagirkeriya Efrînê meşek li dar xist. Meşvan bi teqîneke terorîstane hatin hedefgirtin. Di encamê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da û 22 sivîl birîndar bûn. Ev tenê ji ber ku helwesta xwe li dijî siyasetên dewleta tirk ku aramiya herêmê binpê dikin, anîn ziman hate kirin. Armanc ji meşê derxistina rastiya dagirkeran û aşkerakirina siyasetên wan ên xerabkariyê li bajarên Bakurê Sûriyê ye.
Ev êrîşên ku sivîlan hedef digirin, îflasa çeteyan û aliyên piştgiriya siyasî û leşkerî dide wan nîşan didin. Armanca êrîşkaran ew e ku tevliheviyê di nava sivîlan de belav bikin û terora xwe li ser wan ferz bikin. Wiha jî dengê gel ên kiryarên dewleta tirk qebûl nakin, rawestînin.
Ev êrîşa terorîstane, cihê şermezariyê ye û karîseyek li dijî tevahî mirovahiyê ye. Lê dê israr û berxwedana gelê me ya li dijî dagirkeran zêde bibe. Gelê me ji bo parastina bajarê xwe bi israr e û dê li dijî hemû cureyên destwerdanan derkevin. Ev êrîşa hate kirin jî heger nîşaneya tiştekî bike, lawaziya êrîşkaran û yên piştgiriya wan dike, nîşan dide. Hemû hewldanên wan ên li dijî şêniyên bajarê Minbicê têk çûn.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.