Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li ser çeperê destanên berxwedanê hene

07/07/2018
in Uncategorized
A A
Li ser çeperê destanên berxwedanê hene
Share on FacebookShare on Twitter

Ev demeke dewleta Tirk êrîşî başûrê Kurdistanê û bi taybet herêma Xakurkê dike û dixwaze dagir bike. Lê ev êrîşên dagirkeriyê rastî berxwedaneke mezin ya gêrîlla tê. Gerîla Roza Bager ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li Xakurkê şer dike got, “Dijmin dibêje Xakurkê qediya ye. Lê belê niha li her çepera Xakurkê destana berxwedanê heye.”

Gerîla Roza Bager ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li Xakurkê şer dike got, “Dijmin dibêje Xakurkê qediya ye. Lê belê niha li her çepera Xakurkê destana berxwedanê heye.”
Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê, berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê ya li dijî êrîşên giran ên dewleta Tirk dewam dike. Gerîlaya YJA Starê Roza Bager a ji Şemzînanê qala xeta berxwedanê ya ji Şemzînanê heta Xakurkê kir. Bager işaret bi girîngiya stratejîk a herêma Şemzînanê kir û got, “Li Şemzînanê ji dayik bûm, mezin bûm û tevlî nava refên gerîla bûm. Şemzînan ji bo min cihê gavên destpêkê ye. Di dîroka têkoşîna me ya 40 salî de jî Şemzînan xwedî cihekî girîng e. Dijmin jî bi taybetî Şemzînanê dike hedef, cerdevaniyê lê ferz dike û gelê li herêmê mecbûrî xwe dike. Şemzînan ji ber ku di navbera Başûr, Bakur û Rojhilat de herêmeke li ser xeta bazirganiyê ye, cihekî rengîn e.”
Roza Bager işaret bi têkoşîna mezin a gel a li dijî faşîzma dewleta Tirk kir û got, “Dijmin nikare xwe li rengên me jî rabigire. Halbûkî kesk zindîbûna xwezayê, zer roj e ku dilê mirovan germ dike û sor jî hêrsa me ya li dijî dijmin e. Ev reng jî tên qedexekirin.”
Bager li ser gerîlabûnê jî wiha axivî: “Ez tevlî nava refên gerîla bûm û hatim Xakurkê. Dema ku derketim cihê herî bilind ê Xakurkê min cara yekê azadî hîs kir. Îsal pratîka min a duyemîn e li Xakurkê. Niha li Xakurkê li dijî êrîşên dagirkeriyê berxwedaneke bêhempa heye. Tevî gerîlayên ku hebûna wan coş û kelecanê dixe nava dilê min, şer dikim.”
Gerîla Roza Bager diyar kir ku wê bibin şopdarên fermandar Agirî û wiha dewam kir: “Dijmin bi piştgiriya teknîkê kete herêmê. Leşker bi piştgiriya teknîkê dijî. Leşker nikare serê xwe ji kozika ku tê de ye rake. Me berxwedana xurt a Agiriyan, Berfînan dîtin. Li her çeperê destanên berxwedanê hene. Dijmin dibêje Xakurkê temam e. Lê niha li her devera Xakurkê heval di çeperan de şer dikin. Derbên giran li dijmin tên xistin.”…ANF

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.