Rojnameya Ronahî

Daxwaziya derketina dagîrkeran û vegera gund e

Kefa Ibeyîd ya ji gundê Şêx Elî ji ber topbarana dewleta tirkî koç dibe û li gundê Til Şinan bi cih dibe. Dema çeteyên dewleta tirkî ya dagîrker gundê Til Şinan didin ber topan, ji lingê xwe birîndar dibe û ev 5 meh in li erdê ye nikare bimeşe. Kefa dibêje ji bilî vegera gundê xwe û derketina dagîrkeran ji welatê me titekî naxwazim.

 

Di encama êrîşên dewleta tirkî ya dagîrker ya ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê, de gelek sivîlên bêguneh hatin kuştin û bi sedhezaran koçber bûn ku yek ji wan jî Kefa Ibeyid e.

 

Kefa wiha behsa rêwîtiya koçberiyê û birîndariya xwe dike: “Piştî ku em gundê xwe Şêx Elî koç bûn, em li gundê Til Şinan di konan de tevî pez û çêleka xwe bi cih bûn. Rojekê em rûniştî bûn, hew me dît ku top wekî baranê bi ser me de dibarin. Me pez û çêleka xwe girtin û em di nava zeviyan de reviyan. Ji tirsa topan me nizanibû em ber bi kû ve diçin. Di dema ku min çêleka xwe direvand, parçeyekî topê li lingê min ket û ez birîndar bûm. Şervanên gund ez rakirim nexweşxanyê û derman kirin. Paşê bijîşkan lingê min emeliyat kir û hesin xistinê û ev 5 meh in li erdê me, nikarim bimeşim.

 

Kefa da zanîn ku niha di konekî de dijîn û serma zirarê dide hestiyên lingê wê û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Me çend pezên xwe firotin û bi wan pereyan konek kirî û niha lê dijîn. Zivistana îsal pir dijwar e, sobe me germ nake û bi taybetî piştî ku emeliyat bûm û hesinê lingê min derxistin. Malên me yên bi xwêdana eniyan çêkirîn, di kêliyekê de her tişt li ber çavên me çû.”

 

Kefa da xuyakirin ku derveyî vegera mala xwe û derketina dewleta tirkî tiştekî naxwazin û wiha axivî: “Ma ev rewşa ku em tê de ne jiyan e? Ne mirov, çêlek û ne jî pez cihekî wê heye. Herî kêm li mala xwe em dizanin ku emê çawa bikin û cihê mirovan ji yê lawiran jî cuda ye, ne wekî niha. Em tenê vegera mala xwe dixwazin. Eger cihê pez yê saxlem jî mabe emê lê bijîn lê ya girîng ew e ku em li ser axa xwe bin.”

 

Kefa axaftina xwe wiha qedand: “Eger em nih biçin gundê xwe wê dagîrker me bikujin. Wê bi top û çekên giran me topbaran bikin. Roja ku ez vegerim gundê xwe, ezê dest bi paqijkirina mala xwe bikim, sererast bikim û herî kêm em ê rehet bêtirs razin. Derveyî vegera malê û derketina dagîrkeran ji xaka me, ti daxwaziyên min nînin.”

 

Çavkanî: ANHA