Rojnameya Ronahî

Rêveberiya Xweser bi vekirina projeyan ji ambargoyê re dibe bersiv

​​​​​​​Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê bi vekirina projeyên aborî, hewldana şkandina ambargoya li ser herêmê dike. Herwiha rê li pêşiya keybaziya bazirganan û bilindkirina bihayê pêdiviyan digire.

FacebookTwitterWhatsAppTelegram

Ji destpêka Şoreşa Rojava û damezrandina Rêveberiya Xweser a Demokratîk ve herêm bi hemû rêbazan dîplomatîk, siyasî û aborî bi ambargoyê re rû bi rû ye. Armanc ji vê yekê modela Rêveberiya Xweser têk bibin.

PDK`ê 16-19`ê Kanûna par bi bihaneyên bêbingeh deriyên sînor ên Pêşxabûr û El-Welîd ku herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Başûrê Kurdistanê ve girê dide, girtin. Li aliyekî din jî Hezîrana 2021`ê deriyê Til Koçer bi vetoya Çînê-Rûsyayê hate girtin.

Di demekê de ku ambargo li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye ferzkirin, hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selman Barûdo, li ser bandorên ambargoyê ji ANHA`yê re axivî û got: “Berdewamkirina ambargoyê li ser herêmên me, ne tenê ji aliyê aborî ve, lê ji aliyê mirovî jî  ku encamên xirab derdixe holê.”

RÊVEBERIYA XWESER JI BO RAKIRINA AMBARGOYÊ DI NAVA HEWLDANAN DE YE

Barûdo diyar kir ku Rêveberiya Xweser kedeke mezin daye û dide da ku civata navneteweyî destekê bide û vê ambargoya rake, her wiha deriyê Til Koçer jî veke ji ber ku damara Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Ruxmî ambargoya li ser herêmên navborî, lê Rêveberiya Xweser di dirêjahiya salên aloziya Sûriyê de karî herêmên xwe îdare bike, di heman demê de li gorî derfetên heyî berhemên herêmî pêşxistin.

Li herêmê çandinî jêdereke sereke ya debarê ye, nexasim genim, ceh û pempo ji ber ku erda herêmê kêhatî ye û atmosfera wê jî guncaw e, li aliyekî din jî herêm bi sewalkarî û petrola xwe tê naskirin ku wekî girîngtirîn madeyên sereke yên avakirina pîşeyan e.

XWEÎDAREKIRIN

Rêveberiya Xweser bi armanca îdarekirina herêmên xwe, gelek kargeh vekirin da ku berhemên herêmî pêşbixe û kirîna madeyan ji derve kêm bike.

Di vê çarçoveyê de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca destekdayîna sewalkaran, gelek proje vekirin, ji wan:

– Rêveberiya Giştî ya Çandinî û Berhemên Sewaldariyê 22’ê Gulana 2021’an hêkvekirin (Mefqes) vekir da ku hewcedariya bazarên herêmê, ji hêk û goş bi cih bîne.

Bi vê projeyê kar ji gelek ciwanan hate peydakirin û bi xwediyên mirîşkan re bû alîkar ku berhemên wan zêde bibin.

Li gorî rêveberê projeyê Ebdulqadir Hoban, hilberînên hêkvekirinê li derdora hezar û 500 çewlikên mirîşkan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne belavkirin. Ev proje mehane derdora 120 hezar hêk û derdora 100 hezar çêçik çêdike.

Hoban îşaret pê kir ku di demekê de deriyên sînor ên bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê re girtîne, ev proje girîng in û rê li pêşiya keysbaziya bazirganan girt.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cotmeha par kargeha (my sun) a pakkirina avê li navçeya Tirbespiyê vekir. Alavên pêşketî û nû li vê kargehê hatin bikaranîn û baş dixebite, li aliyekî din jî şûşeyên mezin û biçûk çêkirin.

Endamê Rêveberiya Kargeha “my sun” a avê Eyûb Hesen berî niha ji ajansê re wiha axivîbû: “Ev kargeh girîng e, hewcedariyên bazarê ji avê peyda dike û derfetên kar peyda dike.”

Li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rêveberiya Xweser 30`ê Gulana 2021`ê li herêma Dêrikê, kargeha Penêr û Mast vekir û rojane 4 ton şîr dimeye, di encamê de destekê dide sewalkariyê û rê li pêşiya bêkariyê digire.

Li Qamişloyê 26`ê Çileya 2021`ê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekemîn kargeha zeyt, rûn û sabûnê vekir. Kargeh rojane 300 ton derdixe.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 5`ê Kanûna par li bajarê Hesekê kargeha Takstîlê vekir.

Têkildarî mekanîzmeya pêşxistina projeyên aborî yên li herêmê, hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê Selman Barûdo axivî û got: “Pêşxistina projeyan dê bi rêya hilanîna madeyên xam, berfirehkirina rûbera çandiniyê û girêdana hilberînên çandiniyê bi berhemên pîşesaziyê re pêk were da ku saktoreke giştî çêbibe.”

Barûdo îşaret bi siyaseta xweîdarkirinê kir û got, yek ji stratejiyên aborî yên ku Rêveberiya Xweser xwe dispêrê ye, ji ber ku kirîna madeyan ji derve kêm dike û hilberînên herêmî pêş dixe.

Projeyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rê li pêşiya bêkariyê digire, kirîna madeyan ji derve kêm dike, hilberînên herêmî pêşdixe û welatiyan teşwîqî xwedîkirina sewalan û berfirehkirina qada çandiniyê dike.

ANHA