Rojnameya Ronahî

Civînên gel bênavber didomin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Herêma Cizîrê civînên bi gel re didomîne. Civîna çaran ya li ser asta kantona Hesekê li navçeya Şedadê hate lidarxistin.

 

Di çarçoveya rêzecivînên girseyî  ku Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê li bajarok û bajarên wê li dar dixe de, li Hesekê civîna 4’an ji welatiyên herêma başûr hate lidarxistin. Civîn li hola Şaredariya Gel a Şedadê ji hêla Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê ve hate organîzekirin.

Di civînê de bi dehan şêniyên bajarok û gundên herêma başûr, hevserokên komîn û meclisên herêmê amade bûn. Her wiha Hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Xebat Silêman, Hevseroka Gerînendetiya Çandiniyê ya Hesekê Ehmed Yûnis, Hevseroka Komîteya Jîngeh û Şaredariyan a Hesekê Macîde Emîn û Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî Hindirîn Sîno amade bûn.

Hevseroka Komîteya Jîngeh û Şaredariyan a Hesekê Macîde Emîn rapora salane ya Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê, bûdceya sala borî, bûdceya îsal û xebatên rêveberiyê yên ji xizmetguzarî, vekirina proje û kargehên li herêmê, xwendin.

Di civînê de nirxandina li ser rapora salane hate kirin, rexne li ser kêmaziyên xizmetguzarî ji herêma başûr re têkildarî şaredarî, perwerde û tuneduristî hatin kirin.

Şêniyan bang li Rêveberiya Xweser kir bi lez komîteyên ji bo têkoşîna li dijî gendeliyê ava bikin û hilbijartinan li dar bixin û got, guhartin yek ji çareserkirina aloziyan e û ya herî girîng jî pêşketina wê ye.

Girêdayî vê yekê welatiyê bi navê Ebdulqadir Şaban da zanîn ku mîna van civînan derfet dide şêniyan ku nêrînên xwe parve bikin û rexne bikin, her wiha bi yek destî bi Rêveberiya Xweser re ne ku çareyên sereke bibînin da ku civakeke rasteqîn ava bikin û li hember ambargoyê bisekinin.

Şabab diyar kir ku divê nûnerên Rêveberiya Xweser li gorî tiştên di van civînan de hatine pêşkêşkirin çareyên ji bo pêşketina rewşa herêmê bibînin.

Derbarê rexneyên şênî, pêşniyar û xwestekan de, Hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Xebat Silêman wiha got: “Armanc ji van civînan li azarên şênî, rexne û pêşniyarên wan guhdar bikin. Çewtiyên salên borî derbas bikin û planên ji bo pêşxistina rewşa herêmê deynin.”

Silêman wiha domand: “Rêveberiya Xweser dê li gorî derfetên heyî di demeke zûtir de pirsgirêk asê çareser bike, di serî de jî belavkirina mazota sobeyan, başkirina kalîteya nan û piştevaniya çandiniyê.”

Silêman behsa xwestekên şêniyan kir û wiha dawî li gotina xwe anî: “Xwestekên şêniyan heta asteke mezin di cih de ne û dê xebat li ser vê yekê were kirin ku kêmasî werin derbaskirin. Dê çewtî û kêmasiyên li herêmê derketine, bi dayîna plan û stratejiyeke nû ya 2022’yan werin çareserkirin.”

ANHA