Rojnameya Ronahî

Êrişên ser Şingalê bi armanca qirkirina civaka Êzîdî tên kirin

Mihemed Xanim/Qamişlo

Hediya Şemo: “Civaka Êzîdî koka gelê Kurd e û Şingal jî remzeke dîrokî û pîroz e. Ji ber wê parastina wê erkê her Kurdê xwedîşeref û xwedîxîret e.”

 

Civaka Êzîdî yek ji civakên herî kevnar yên Mezopotamya ye. Mixabin dagîrkerên Kurdistanê li ser vê civakê her dem siyaseta qirkirinê dane meşandin. Ev civak di gelek fermanan re derbas bûye. Fermana dawî Tebaxa 2014’an bi destê ceteyên DAIŞê pêk hat. Dewletên dagîrker yên mîna Tirkiyê bi erişên xwe yên domdar yên ser Şingalê, dixwazin qirkirina çeteyên DAIŞê ya ser civaka Êzidî temam bikin. Dagîrkerên Kurdistanê bi alikariya PDK’ê ku qaşo xwe hêzeke Kurdistanî bi nav dike, planên qirkirinê li ser gelê Şingalê saz dikin.

Têkildarî êrişên ser Şingalê û siyaseta qirkirinê ya li dijî civaka Êzîdî, berpirsa Yekîtiya Jinên Êzîdî Hediya Şemo bi me re axivî.
Hediya diyar kir ku civaka Êzîdî Koka Kurdan e û axaftina xwe wiha domand: “Ji destpêka dîrokê heta roja me ya îro civaka Êzîdî li hemberî fermanan li ber xwe daye. Piştî fermana 2014’an, li dijî siyaseta qirkirinê û komkujiyan, gelê Şingalê bi berxwedana xwe şoreşeke civakî û demokratîk ava kir. Ji bo parastina hebûna xwe jî, civaka Êzîdî xwe bi rêxistin kir”

Hediya di dewama axaftina xwe de da zanîn ku tevî êş û azarên hatîn kişandin, gelê Şingalê hêza jinûavakirina Şingalê bi xwe re dît û wiha got: “Bi pêşengiya Meclisa Xweseriya Demokratîk ya Şingalê, hêzên parastinê hatin avakirin. Ji bo civaka Êzîdî ev şoreşek bû. Bi îradeya xwe ya azad xwe bi rêxistin kir û ji bo ku li herêmê hebûna xwe bidomîne, li çand û dîroka xwe xwedî derket.”

PDK û hikumeta Iraqê berpirsên êrişên ser Şingalê ne’

Hediya bal kişand ser hevkariya PDKê ya di êrişên ser Şingalê û amanckirina pêşêngên civaka Êzîdî de û axaftina xwe wiha domand: “Wekî tê zanîn dewletên dagîrker bi tevayiya hêzên xwe dijminatiya civaka Êzîdî dikin. Kesên 3’yê Tebaxa 2014an civaka Êzîdî bi fermanê re rûbirû hiştîn, niha dixwazin fermanê biencam bikin. Ji ber wê bi awayekî domdar planan saz dikin û pêşengên civaka Êzîdî dikin amanc. Ji her kesî re zelal bûye ku PDK hevkariya êrişên dewleta tirkî ya dagîrker dike û di êrişên ser civaka Êzîdî de rola wê sereke ye. Hikûmeta Iraqê û rayedarên PDKê berpisên qirkirina civaka Êzîdî ne û wê hesabê komkojiyan ji wan bê xwestin. Ew dixwazin rêveberiya bi xwîna keç û xurtên Êzîdî hatî avakirin, pûç bikin û civaka Êzîdî bê rêxistin bihêlin.”

Gelê li ser fikir û felsefeya Rêber Apo, ji bilî azadiyê tiştekî qebûl nake

Berpirsa Yekîtiya Jinên Êzîdî ya Rojava Hediya Şemo diyar kir ku li dijî fermanan, xweparastin û xwedîderketina li hebûna xwe mafên herî rewa yên civaka Êzîdî ne û axaftina xwe wiha qedand: “Ji nan û avê pirtir pêdiviya Kurdan bi tifaqa neteweyî û avakirina hêza parastina neteweyeyî heye. Herwiha ji civaka Êzîdî tê xwestin ku têkoşîna xwe ya azadiyê bidomîne û destkeftiyên xwe biparêze. Êrişên ser Şingalê û rojavayê Kurdistanê bi heman armancê tên kirin. Dixwazin vîna gelên azadîxwaz bişkînin. Lê wê nikarbin armancên xwe bi dest bixin, lewra gelê li ser fikir û felsefeya Rêber Apo perwerde bûyî, ji bilî azadiyê tiştekî qebûl nake.