Rojnameya Ronahî

Li Qamişlo pirtûkxaneyeke dewlemend bi pirtûkên zêrîn

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Pirtûkxaneya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo bi 1200 pirtûkên cuda û bi çend zimanan, pirtûkxaneyeke zengîn e. Herwisa derfetên xwendin û girtina pirtûkan bi emanetî ji her kesî re pêşkêş dike.

 

Ji bo piştgiriya çanda xwendinê, gavên girîng

Pirtûkxaneya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ku yek ji pirtûkxaneyên giştî yên bajarê Qamişlo ye, sala 2021`ê ji aliyê Desteya Çandê ya herêma Cizîrê ve hatiye vekirin. Di pirtûkxaneyê de ser 1.200î re pirtûkên bi zimanên cuda hene. Têkildarî mijarê rêveberê pirtûkxaneyê Edhem Umer ji me re axivî.

Umer bal kişand ser rewşa pirtûkxaneyê û ev agahî dan: “Me 2016`an ji pirtûkxaneyeke piçûk dest pê kir. Lê niha di holeke mezin û gelek pirtûkan ji her kesî re vekirî ye. Ji bo xwendinê jî me li hola pirtûkxaneyê derfet çêkirine. Lê jimara kesên serdana me dikin hê ne li gorî daxwaziya me ye.”

Di pirtûkxaneyê de pirtûkên kevin, nû û bi gelek zimanên cuda hene. Lê ya herî balkêş ew e ku pirtûkên bi zimanê kurdî -ku berî şoreşa Rojava tinebûn û peydakirina wan pir zehmet bû-, ji bo xwendevanan amade en.

`Jinên ciwan pirtir serdana pirtûkxaneyê dikin`

Rêveberê pirtûkxaneyê diyar kir ku ji bo teşwîqkirina xwendinê gavên baş avêtine û ev agahî da: “Eger bixwazin pirtûkan bi emanet bibin ew derfet jî heye. Jixwe yên herî zêde serdana pirtûkxaneyê dikin ji 20 heta 30 salî ne. Piraniya wan jî jinên ciwan in. Ji bo teşwîqkirina nivîsandinê jî em pirtûkan bêpere çap dikin. Navendê heta niha nêzî 30 pirtûkî çap kirine. Jixwe li gorî girîngiya pirtûkê û sûda wê ji bo civakê pirtûk ji bo çapkirinê tê neqandin.”

`Ji bo belavkirina çanda xwendinê divê gavên xurttir bên avêtin`

Her sal pêşangeha Şehîd Herekol ya Pirtûkan li bajarê Qamişlo tê lidarxistin û bi hezaran pirtûk tê de tên pêşkêşkirin. Heta niha çar pêşengeh hatine vekirin

Li ser pêşangehê û bihayê pirtûkan Edhem Umer wiha axivî: “Pêşangehên tên lidarxistin ji bo wêje û çandê gavên girîng û mezin in. Lê mixabin bihayê pirtûkên li pêşangehê ne guncaw e. Ji bo ku em civakê nêzî pirtûkan bikin û çanda xwendinê belav bikin, divê bihayê wan bê kêmkirin. Herwisa divê em jimara pirtûkxaneyên giştî zêde bikin û bi pirtûkên sûdewer dewlemend bikin.”

`Ji çanda xwe dûr nekevin`

Umer bal kişand ser nêzîkatiya ciwanan ji xwendina pirtûkan re û wiha got: “Mixabin nifşên me yên ciwan ji xwendin û çandê dûr ketine. Xwendevanên pirtûkan dixwînin bi tiliyên destan tên jimartin. Piraniya ciwanan bi jiyaneke bêwate dijîn û xema çanda xwe naxwin. Eger wiha bidome wê nifşekî teqlîdker ku dîrok û mîrata xwe nas nake û ji hundir ve vala, derkeve.”

Edhem Umer diyar kir ku hewl didin di dema pêş de pirtûkxaneyê berfirehtir û dewlemendtir bikin û axaftina xwe wiha qedand: “Ez bang li civakê dikim ku ji çanda pirtûkan dûr nekevin, werin serdana pertûkxaneya me bikin. Hêvîdar im ku daxwaziya xwendin û nivîsandinê pirtir bibe û di vê mijarê de em bibin alîkarên wan.”