Rojnameya Ronahî

Li Şehba pêşbirka helbestan

Yekîtiya Jinên Ciwan ya herêma Efrînê li ser navê şehîd Nûjiyan Ocalan pêşbirka helbestan li dar xist.

 

Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê pêşbirka helbestan li ser navê şehîd Nûjiyan Ocalan li dar xist. Pêşbirk li hola Axîn Welat a Çand û Huner a li navçeya Fafînê ya li kantona Şehbayê bi beşdarbûna endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Xwendekarên Demokratîk endamên saziyên sivîl hate lidarxistin.

Beriya ku pêşbir dest pê bike, endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan Rîm Dede pêşbirk li gerîlayên azadiyê û di şexsê Şehîd Nûjiyan Ocalan de li tevahî şehîdan pîroz kir.

Rîm  Dede wiha berdewam kir ”Li darxistina vê pêşbirkê li ser navê şehîd Nûjiyan, ji bo me gaveke ku em tola şehîdên xwe hildin bi taybet jî li ser navê şehîd Nujiyan. Ji ber ku dema êrişî şehîd Nûjiyan û rêhevalên wê kirin xwestin îrade û nasnemeya jinên ciwan tune bikin.”

Piştre ji aliyê endamên Yekitiya Jinên Ciwan ve helbest li ser şehîdan hatin xwendin.

Dûvre dayîka şehîd Gerzan, Emel Qehreman ev pêşbirk li malbata şehîd Nûjiyan Ocalan û Tevgera Ciwanên Şoreşger pîroz kir û got “ Me bi ciwantî dest bi şoreşa xwe kir û em ê bi ciwantî jî bi dawî bikin, divê em xwedî vê gotinê derbikevin.“

Emel  Qehreman wiha bi dawî kir “ Divê em tu carî nekevin bin bandora dijmin û xwedî li şoreşa xwe derbikevin.“

Di dawiyê de Mîdye Miqded, Biharîn Mihemed, Rolyene Sîdo  ên ku di pêşbirkê de bi ser ketine hatin xelat kirin.

Her wiha lênûsên ku navên Kongra Star, Yekitiya Jinên Ciwan, Tevgera Xwendekarên Demokratîk diyarî dayika şehîd Nûjiyan Ocalan hate kirin.

Di dawiyê de koma Şehîd Hêva ya Tevgera Hîlala Zêrîn stranên gelêrî gotin.

ANHA