Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jin Kurd di bin şertên giran de dixebitin

07/07/2018
in Uncategorized
A A
Jin Kurd di bin şertên giran de dixebitin
Share on FacebookShare on Twitter

Li Amedê jina bi navê Yuksel Yildiz, bi ked û hunera xwe tenûran çêdike. Yuksel, da zanîn ku çêkirina tenûran gelek zehmet e û di şert û mercên giran de dixebitin.
Tenûr di jiyana kurdan de xwedî cihekî taybet e. Lê belê eleqeya ji bo vê çandê her ku diçe kêm dibe. Li gel pêşketina teknolojiyê jinên kurd hêj vê çandê didomînin. Li taxa Seyrantepe ya navçeya Yênîşehîra Amedê jin ji bo hem çanda xwe bidomînin û hem jî debara xwe bikin tenûran bi destê xwe çêdikin û dema ku difiroşin jî pê debara xwe dikin. Ji van jinan yek jê jî Yuksel Yildiz e.
EZ BI TENÛRAN
DEBARA XWE DIKIM
Dayika 7 zarokan Yuksel Yildiz bi axa taybet, bi keda destê xwe û bi hûnera destên xwe tenûran çêdike. Yuksel a ku ev 15 sal in tenûran çêdike wiha bahsa xwe dike: “Ez ji gundê Baylik ê navçeya Lîcêya Amedê me. Di salên 190’î de gundê me ji aliyê dewletê ve hat şewitandin û em neçar man ku ji gundê xwe koçber bibin. Piştî ku gundê me hat wêrankirin û şûnde ev 27 sal e em li taxa Seyrantepeyê dijîn. Gûndê me hatiye wêrankirin û dema mirov diçe gund mirov nema nas dike. Xaniyê min bi kirê ye û ji bo ku ez debara xwe bikim min li vê taxê dest bi çêkirina tenûrê kir. 15 sal in ez tenûran çêdikim. Bi îv awayî hem manda xwe diparêzim û hem jî debara xwe dikim. Karê me di salên borî de gelek baş bû. Lê niha krîza aborî bandora xwe li ser kesên ku tenûran dikirin jî kiriye û tenûrên ku em çêdikin ji ber krîzê de destê me de dimînin û em nikarin bifiroşin. Min sala borî jî tenûr çêdikirin û difrotin, lê belê ne weke rewşa niha bû, tenûr dihatin firotan. Ji xwe dema em difiroşin jî zêde kara wannîne lê dîsa jî çavkaniya min a debarê bûn.”
Yuksel, da zanîn ku her sal di meha adarê de dest bi çêkirina tenûran dike û di dirêjiya axaftina xwe de wiha behsa çêkirina tenûran kir: “Ji bo ku em tenûran çêbikin di serî de em diçin axê dikirin ji ber ku axa taybet divê ji bo çêkirina tenûran. Li gel axê em kayê jî dikirin ji bo ku em tevli xerê tenûrê bikin. Ez ewilî kayê û axê tevlihev dikim û piştre avê lêdikim dikim herî . Ji bo ku tenûra çêdikim baş be ez piştre jî mûyê bizinan diavêjim nav. Wêkî ku hevîr bistrêm, heriya xwe distrêm. Piştî heriya min amade dibe vê carê dest bi çêkirina tenûrê dikim. Ez di hefteyekê de 4-5 tenûran çêdikim û bi hev re diqedînim. Em tenûran li ser rê difroşin, kesên ku bixwazin bikirin tên dikirin. Her tenûrek buhayê wê di navbera 70 û 100 TL yî de diguhere. Li gorî keda ku ez didim ez ewqasî qezencê nakim. Lê dîsa jî hewl didim pê debara xwe bikim. Em ji biharê de dest pê dikin û heta serê zivistanê tenûran çêdikin û difiroşin. Berê kiryarên tenûran ji Riha, Enqere, Edene û Mêrdînê dihatin. Lê niha ji ber krîza heyî kesek zêde tenûran nastîne.”…JINNEWS

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.